Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Orhan Mîroglu bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û diyar kir ku divê stratejiya bombebarankirina bajar û gundên Kurdan ji nû ve were nirxandin.
Orhan Mîroglu bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser rewşa dawî ya Sûriyeyê û “stratejiya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan” postek belav kir.
Wî diyar kir ku Sûriye "ber bi şerê navxweyî ve diçe" û got:
"Eger ev stratejî bi vî halî berdewam bike, ez bi xemgînî dibêjim, berjewendiyên neteweyî yên Tirkiyeyê dê bi awayekî nepêşbînîkirî ziyanê bibînin."
“Tê dîtin ku Sûriye ber bi şerekî navxweyî ve diçe”
Mîroglu diyar kir ku eger rewş wiha bidome kes çekan danayne û li pey çû:
"Tê dîtin ku Sûriye ber bi şerekî navxweyî ve diçe û di rewşeke wiha de ne tenê rêxistinên çekdar, her wiha eşîr jî çekên xwe danaynin.
Kî dibe bila bibe, kesê ku çek di destê wî de heye, herî kêm dê bi hesta xweparastina mirovî tevbigere, divê em bi vê zanibin.
Dema ku şer li ber derî ye û ne diyar e destê kê di berîka kê de ye, eger yek hewl bide çeka di destê we de ji we bistîne hûn dê tiştên baş li hemberî wî his nekin.
Di Sûriyeyeke wiha de, pirsa 'Tirkiye dê çawa û bi kê re hebe' wekî hewcedariyeke neteweyî derdikeve pêşiya me.”
Orhan Mîroglu banga Ocalan a ku PKK xwe fesix bike û çekan dene bi bîr anî got:
“Ji bo dîtina bersiva rast a vê pirsê, pêwîst e ku hinek hesabên di nav paranoyaya kevn a Kurdan werin guhertin.
Serîhildana ku komên alîgirê Esed bi piştgiriya hêzên navneteweyî dest pê kiriye, ew qasî girîng e ku dê li Sûriyeyê nakokiyên mezhebî û etnîkî gur bike.
Di rewşeke wiha de, Kurdên Sûriyeyê -bê guman di nav wan de PKKyiyên ne Sûriyeyî jî hene û ev ne pirsgirêkek e ku neyê çareserkirin- stratejiya standina çekên wan û bombebarankirina Qamişlo û cihên ku Kurd li wan dijîn, eger baregehên leşkerî jî bin, divê ji nû ve were nirxandin.
Eger ev stratejî bi vî halî berdewam bike, ez bi xemgînî dibêjim, berjewendiyên neteweyî yên Tirkiyeyê dê bi awayekî nepêşbînîkirî ziyanê bibînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse