Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku li bakurê Xezeyê piştî ku çekdarên Hemasê bombeyek avêtine nav tankeke wan 4 leşkerên wan hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku berbanga îro "sê terorîst gihiştine baregeheke Artêşa Îsraîlê (IDF) ya li nêzîkî Şêx Rizwanê yê li bakurê Xezeyê."
Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, sê çekdaran bombeyek avêtine nav tankeke Artêşa Îsraîlê û di encamê de çar leşkerên di nav tankê de hatine kuştin.
Artêşê her wiha diyar kir ku leşkerekî din jî gule lê hatine reşandin û bi giranî birîndar bûye.
Hat zanîn ku hemû leşkerên hatine kuştin di Lîwaya 401ê ya Tabûra 52yan de xizmet dikirin.
Li gorî amarên ku Artêşa Îsraîlê belav kirine, ji destpêka şerê Xezeyê û vir ve 468 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse