Barrack li ser serdana Rojava daxuyanî da: Min zerer nedaye Tirkiyeyê

08-10-2025
RÛDAW
Nîşan Thomas Barrack Hisîça Peymana 10ê Adarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack ragihand ku wî di serdana xwe ya Rojavayê Kurdistanê de ti zerer nedane berjewendiyên Tirkiyeyê.

Wî her wiha got, Peymana 10 Adarê ne tenê ji bo aramî û ewlehiya Sûriyeyê her wiha ji bo berjewendiyên stratejîk ên Tirkiye û Amerîkayê girîng e.

Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê Xê, armanca serdana xwe ya Rojavayê Kurdistanê eşkere kir û bersiv da hin îdiayên derbarê serdanê.

Armanca serdanê û girîngiya peymanê

Thomas Barrack di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Peymana 10ê Adarê ne tenê ji bo aramî û ewlehiya Sûriyeyê her wiha ji bo berjewendiyên stratejîk ên Tirkiye û Amerîkayê jî xwedî girîngiyeke mezin e.

Wî anî ziman ku hevdîtinên wî yên li Hisîçayê bi şefafî û bi mebesta bipêşxistina aramiya herêmî, hevahengiya li dijî terorê û gihîştina alîkariyên mirovî hatine birêvebirin.

Barrack tekez kir ku ev hemû çalakî rasterast xizmeta berjewendiyên ewlehî û aborî yên Tirkiyeyê dikin.

"Îdiayên li ser nexşeyê bi temamî pûç in"

Barrack bertekeke tund nîşanî îdiayên derbarê serdanê hatine kirin û dibêjin zerer daye berjewendiyên neteweyî yên Tirkiyeyê da û got:

“Her îdiaya ku dibêje serdanê zerer daye berjewendiyên neteweyî yan yekparçeyiya axa Tirkiyeyê bi temamî bêbingeh e."

Barrack bi taybetî li ser îdiayên derbarê li ber nexşeyekê rawestiya bi van gotinan red kir:

"Her tometên ku dibêje hebûna nexşeyeke ku min qet nedîtiye, di odeyeke civînê de ku ez qet neçûme navê, bi awayekî zerer daye berjewendiyên Tirkiyeyê, bi temamî pûç in."

Armanca sereke ya mîsyonê

Barrack da zanîn ku armanca sereke ya mîsyona wî pêşxistina mekanîzmayên hevkariyê ye ku gefên dersînor kêm dikin û piştgiriyê didin armancên berfirehtir ên wekî aştî û ji nû ve avakirinê ya herêmî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst