Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack bi rêya telefonê axivîn.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, îro di navbera Serok Mesûd Barzanî û Tom Barrack de pêwendiyeke telefonî pêk hatiye.
Rewşa Helebê hat nirxandin
Di pêwendiyê de rewşa siyasî ya herêmê û Sûriyeyê, her wiha pêşhatên dawî û aloziyên li Sûriye û bajarê Helebê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan bal kişand ser wê yekê ku divê hemû hewl bên dayîn da ku tevlîhevî û alozî nemînin û rewş asayî bibe.
Her wiha Serok Barzanî û Tom Barrack behsa wê yekê kir ku divê ji bo dabînkirina ewlehî, aramî û aştiyê gavên cidî bên avêtin.
Dive were gotin ku Barrack di heman demê de Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê ye.
Li hêla din, artêşa Ereban a Sûriyeyê bi çekên giran êrişî taxên Kurdan ên li Helebê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse