10 roj in Rojhilata Navîn dikele

47 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Îsraîl Rojhilata Navîn Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev 10 roj in Rojhilata Navîn dikele û ji qonaxa "şerê sîber" û "şerê bi wekalet" derbasî qonaxa şerê rasterast ê welatan bû.

Ev aloziya leşkerî ya herî mezin û metirsîdar a piştî Şerê Kendavê ye li herêmê.

Bi dehan sal in hevrikiya di navbera Îran û rikaberên wê de tenê bi rêya komên çekdar û operasyonên nihênî bû.

Lê di nava 10 rojên vî şerê nû de sînor hatin şikandin û paytext rasterast tên armanckirin.

Ev 10 roj in herêm ketiye nav rewşeke nediyar.

Tê de hemû eger vekirî ne, ji guhertina rejîman heta destkariya nexşeya siyasî ya herêmê.

Mûşekbarana Tehranê

Operasyonê saet 06:00ê sibehê bi dema Îsraîlê dest pê kir û balafirên şer ji baregehên xwe firiyan.

Ji bo êrişê hejmareke kêm a balafiran hat bikaranîn lê çekên gelekî bipêşketî û dûravêj bi wan re bûn.

Piştî firîna balafiran bi 2 saet û 5 xulekan, nêzîkî saet 09:40ê sibehê bi dema Tehranê, mûşek li armancan ketin.

Dema êrişê berpirsên bilind ên asayîşa niştimanî ya Îranê di avahiyekê de bûn.

Elî Xamineyî jî di avahiyeke nêzîkî wir de bû.

Medyaya Îranê 28ê Sibata 2026an ragihand, "Dengê çend teqînên mezin li Tehranê hat bihîstin."

Medyaya nêzîkî Supaya Pasdaran diyar kir ku çend mûşek li Kolana Zankoyê û derdora Kolana Cumhûriyê ketine.

Hemwext Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê diyar kir ku du mûşek li navçeya Seyîd Xendan a Tehranê ketine.

Êriş zêdetir li ser Tehranê hatibûn kirin. Bi taybetî taxên paytextê, baregehên leşkerî, navendên mûşekî û pêgehên fermî di nav de jî nêzîkî mala Xamineyî bûn armanc.

Her wiha gelek êriş li Qûm, Elbûrz (di nav de navçeya Germedere), Esfehan, Fars, Urmiye, Kirmaşan, Loristan, Sine, Îlam, Zencan, Hurmuzgan (di nav de Balafirgeha Girava Kîşê û dibistana Mînabê), Bûşehr û Tebrîzê jî hatin kirin.

Piştî dengê teqînan bi çend saetan, Wezareta Karên Derve ya Îranê li ser êrişên li dijî welatê xwe daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê got ku Amerîka û Îsraîlê li bajarên cuda yên Îranê komek jêrxaneyên parastinê û navendên sivîl kirine armanc.

Wezareta Karên Derve ya Îranê got, "Ew êriş di demekê de ne ku Îran û Amerîkayê dan û standin dikirin.

Tevî ku me bi niyeta Amerîka û rejîma Siyonîst dizanibû û ji me re eşkere bû ku dê êrişî me bikin, ji bo ku em ti hincetan nedin destê wan em ketin nav dan û standinan."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, "Sedema ku diviyabû niha me gav biavêta ev e, piştî ku me êrişî navendên wan ên nukleer û bernameya mûşekên balîstîk kir, wan dest bi çêkirina baregehên nû kir.

Wan stargehên binerdî çêkiribûn ku dê bernameya wan a mûşekên balîstîk û bombeya nukleer di nava çend mehan de di parastinê de ba."

Kuştina Rêberê Bilind ê Îranê

Di destpêkê şer de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihandibû ku Rêberê Komara Îslamî Elî Xamaneyî sax e.

Lê wî qebûl kiribû ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de wan "yek du" fermande ji dest dane, her çend piraniya berpirsan silamet bin jî.

Wî her wiha eşkere kir ku wan berê bi şandeya Amerîkayê re "peymaneke baş" kiribû.

Lê Kanal 12 û Desteya Weşanê ya Îsraîlê got ku termê Xamineyî ji bin kavilan hatiye derxistin ku perçeyên mûşekan lê ketibûn û wêneyên wî nîşanî Netanyahu û Trump jî hatine dayîn.

Trump her wiha gotibû, piraniya biryarderên bilind nemane.

Lê berpirsên Îranê, di nav de Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî, rijd bûn li ser wê yekê ku Xamineyî "silamet e" yan jî "heta niha wekî ku ez dizanim di jiyanê de ye."

Kuştina wî bi fermî ji aliyê Îranê ve nedihat piştrastkirin.

Ew fermande û berpirsên din ên bilind ku di êrişa yekem de hatin kuştin ev bûn:

Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Mihemed Pakpûr, Wezîrê Parastinê yê Îranê Emîr Nesrzade.

Sekreterê Encumena Bilind a Asayîşa Niştimanî ya Îranê û Şêwirmendê Bilind ê Xamaneyî Elî Şemxanî, Serokê Îstixbaratê, çend fermandeyên din ên Supaya Pasdaran, berpirsên bilind ên nukleer û heft serkirdeyên din ên parastinê jî hatin kuştin.

Paşê Donald Trump kuştina Xamineyî ragihand.

Piştî daxuyaniya Trump, Supaya Pasdaran 1ê Adara 2026an bi daxuyaniyekê kuştina Xamineyî piştrast kir.

Her wiha berê sibehê 1ê Adara 2026an, Encumena Bilind a Asayîşa Niştimanî ya Îranê bi daxuyaniyekê kuştina Rêberê Komara Îslamiya Îranê Elî Xamineyî di êrişên 28ê Sibatê yên artêşa Îsraîl û Amerîkayê de piştrast kir.

Paşê jî hikûmeta Îranê 40 roj şîn ragihand û 7 roj jî kirin bêhnvedan.

Dîtina cihê Rêberê Bilind ê Îranê

Li gorî gotina berpirsên Amerîkayê ku agahiya wan ji zanyariyên îstixbaratî yên welatê wan heye, kuştina serkirdeyên bilind ên Îranê piştî wê yekê hat ku Amerîka û Îsraîlê zanyariyên hûr dan hev.

Demeke kurt beriya ku Amerîka û Îsraîl êrişî Îranê bikin, Saziya Îstixbarata Amerîkayê (CIA) cihê armanca herî girîng dît ku ew jî Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamaneyî bû.

Li gorî gotina wan kesên ku agahiya wan ji operasyonê hebû, CIAyê bi mehan çavdêriya Xamineyî kiribû û zanyariyên hûr derbarê cih û tevgerên wî de kom kiribûn.

Paşê zanyarî gihiştin saziyê ku sibeha roja şemiyê dê civînek di navbera berpirsên bilind ên Îranê de li navenda Tehranê bê kirin.

Ya herî girîng jî, CIAyê zanîbû ku dê Rêberê Bilind jî li wir be.

Li gorî berpirsên ku agahiya wan ji biryaran hebû, Amerîka û Îsraîlê biryar da ku dema êrişa xwe biguherînin, da ku ji wan zanyariyên nû yên îstixbaratî sûdê bibînin.

Wan zanyariyan derfeteke girîng ji bo her du welatan çêkir da ku serkeftineke mezin û bilez bi dest bixin, ku ew jî kuştina berpirsên bilind ên Îranê û Elî Xamaneyî bû.

Kuştina bilez a Rêberê Bilind ê Îranê nîşan da ku Amerîka û Îsraîlê zanyariyên gelekî hûr derbarê serkirdayetiya Îranê de kom kirine, bi taybetî piştî şerê 12 rojî yê par.

Operasyonê ew yek jî derxist holê ku serkirdeyên Îranê xwe neparastiye, di demekê de ku Amerîka û Îsraîlê bi eşkereyî ragihandibû ku ew xwe ji bo şer amade dikin.

Bersiva Tehranê ji bo Amerîka û Îsraîlê

Supaya Pasdaran a Îranê 1ê Adara 2026an ragihand ku wan dest bi "êrişeke tund û berfireh" a li dijî Îsraîl û baregehên Amerîkayê yên li herêmê daye destpêkirin.

Artêşa Îranê û serokê desthilata dadwerî ya wî welatî tekez kir ku ev "tolhildana xwîna fermande û rêberê wan e."

Wan ragihand ku dê wekî mertalekê ji bo parastina serxwebûna welatê xwe bimînin.

Êrişên mûşekî yên Îranê cuda ji şerê 12 rojî, hemû herêm li xwe girt.

Îranê Kuweyt, Îmarat, Qeter, Behreyn, Îraq, Herêma Kurdistanê û çend cihên din kirin armanc.

Sekreterê Encumena Asayîşa Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî dibêje, artêşa welatê wî hewl nade êrişî welatên herêmê bike.

Ew tenê wan baregehan dikin armanc ku Amerîka wan ji bo êrişkirina ser Îranê bi kar tîne.

Ev daxuyaniya Larîcanî di demekê de bû ku Amerîka û Îsraîlê bi hev re êrişî Îranê kirin û wê jî bi mûşek û dronan êrişî hinek welatên herêmê kir ku baregehên Amerîkayê lê hene.

Larîcanî amaje bi wê yekê kir, dema ku Amerîka bi piştevaniya hêzên xwe yên li herêmê êrişî Îranê dike, êdî ew baregehên leşkerî dibin armanca êrişên Tehranê.

Sekreterê Encumena Asayîşa Niştimanî ya Îranê got, ew wan baregehên leşkerî wekî beşek ji axa welatên herêmê nabînin, wekî "xaka Amerîkayê" miameleyê bi wan re dikin û li wan dixin.

Diyarkirina komîteyeke sêkesî

Encumena Tespîtkirina Berjewendiyên Sîstemê ya Îranê kesek diyar kir da ku bi serokkomar û serokê desthilata dadê re kar û barên Rêberê Îranê bi cih bînin.

Berdevkê Encumena Tespîtkirina Berjewendiyan Muhsîn Dêhneweyî 1ê Adara 2026an ragihand ku Elî Riza Arafî hatiye diyarkirin.

Armanc ew e ku ew bi Serokkomar Mesûd Pizîşkiyan û Serokê Desthilata Dadê Xulamhuseyîn Muhsinî Ejeî re heta hilbijartina rêberekî nû kar û barên rêberiyê bi rê ve bibin.

Li gorî destûra Îranê, rêber kesê yekem ê siyasî û îdarî yê welêt e. Madeya 107an a destûra Îranê amaje bi wê yekê dike ku rêber ji aliyê Encumena Pisporên Rêberiyê ve tê destnîşankirin û divê du li ser sêyê dengên endamên wê encumenê bi dest bixe.

Her wiha madeya 111an a destûra Îranê rêkarên qonaxa piştî rêber diyar dike.

Ew made dibêje ku di egera mirin, destjikarberdan yan jî dûrxistina rêber de, heta dema hilbijartina rêberê nû, komîteyeke demkî (serokkomar, serokê desthilata dadê û yek ji pisporên olî yên di Encumena Parastina Destûrê de) hemû erkên rêber bi cih tînin.

Gefa cezayê giran li Îraniyan

Supaya Pasdaran piştî êrişan û destpêkirina şer, hişyarî da welatiyên Îranê û got:

"Her cure tevgereke ku bibe sedema têkdana ewlehiyê, wekî hevkariya rasterast a bi dijmin re tê hejmartin."

Plana dijmin heye ku kiryarên terorîstî bike û li kolanan alozî derxe.

Ev wekî pêngava piştî bombebarankirina hinek cihên leşkerî û baregehên polîsan e.

Her core tevgereke ku bibe sedema têkdana ewlehiyê, wekî hevkariya rasterast a bi dijmin re tê hejmartin û dezgehên ewlehiyê dê bi tundî rûbirûyî wan bibin."

Her wiha Dozgeriya Giştî ya Îranê hişyariyeke tund da wan Îraniyên ku li derveyî welêt dijîn û bi her awayî hevkarî yan hevxemiya Amerîka û Îsraîlê dikin. Dê dest deynin ser hemû saman û mal û milkên wan ên li navxweyî Îranê.

Dozgeriya Giştî ya Îranê di daxuyaniyekê de belav kir ku ew kesên li derveyî welêt in û "hevxemî û hevkariya dijminê destdirêjker ê Amerîkî-Siyonîst" dikin, dê rûbirûyî yasayê bibin.

Rêgiriya li hilbijartina rêberê nû

2ê Adara 2026an êrişî ofîsa sereke ya Encumena Pisporên Rêberiyê ya Îranê ya li Tehranê hat kirin.

Ev êriş di demekê de bûn ku Encumena Pisporên Rêberiyê ya Îranê niyet hebû di zûtirîn dem de li ser kesekî ji bo rêberiya nû ya wî welatî li hev bikin.

Wan dixwest civîna taybet a ji bo hilbijartina Rêberê nû yê Komara Îslamiya Îranê bikin.

Li gorî madeya 107an a destûra Îranê, erka Encumena Pisporên Rêberiyê hilbijartin, dûrxistin û çavdêriya karên Rêberê Îranê ye.

Baregeha sereke ya encumenê li Tehranê ye. Ofîsa Qûmê ya encumenê jî duyemîn ofîsa herî bibandor a vê encumenê ye.

Êrişkirina ser sektora enerjiyê ya Îranê

Şeva şemiyê û berê sibeha yekşemê, balafirên Îsraîlê êrişî depoyên sotemeniyê û xetên veguhastina petrol û gaza Îranê kirin.

Şeva şemiyê depoyên petrolê yên li başûrê Tehranê bûn armanc.

Berê sibeha yekşemê jî, parzûngeh û depoyeke petrolê (Eqdesiye) li rojhilatê Tehranê, depoya petrolê (Şehrar) li rojavayê Tehranê û depoya petrola Ferdîsê li Kerecê bûn armanc.

Êvara yekşemê jî depoya sotemeniyê ya li balafiregeha girava Qişmê ya li başûrê Îranê hat bombebarankirin.

Alîkarê Parêzgarê Elbûrzê ragihand ku di êrişa li Kerecê de 6 kes hatine kuştin û 21 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan çend depoyên hilgirtina sotemeniyê yên girêdayî Supaya Pasdaran kirine armanc.

Her wiha ragihand ku armancên hatine bombebarankirin, cihên dabînkirina sotemeniyê ji bo saziyên leşkerî yên Îranê bûn.

Şirketa Belavkirina Berhemên Petrolê ya Îranê piştrast kiriye ku depoyên petrolê yên li parêzgehên Tehran û Kerecê û boriyên veguhastina sotemeniyê li wî welatî hatine armanckirin û zerer dîtine.

Her wiha ragihandiye ku di êrişan de 4 karmendên Wezareta Petrolê hatine kuştin.

Wezîrê Petrolê yê Îranê Muhsîn Paknijad dibêje, armanca lêdana jêrxaneyên enerjiyê û depoyên sotemeniyê yên Îranê ew e ku "gel tûşî pirsgirêkan bikin."

Lê bi gotina wî wan tedbîrên pêwîst girtine da ku krîza kêmbûna sotemeniyê rû nede.

Berdevkê Biryargeha (Xatemul Enbiya) ya Îranê Îbrahîm Zulfiqarî jî ragihand:

"Eger rê li ber êrişên li ser jêrxaneyên Îranê neyê girtin, ew dê êrişên heman rengî bikin."

Îbrahîm Zulfiqarî dibêje, heger êrişa heman rengî bikin, dê bihayê bermîleke petrolê derkeve ser 200 dolarî.

Li gorî çavkaniyên Amerîkayê, Amerîka ji êrişên Îsraîlê yên li ser cih û dezgehên petrolê yên Îranê nerazî ye.

Malpera Axiosê belav kir ku Amerîkayê wisa zanîbû dê Îsraîl bi awayekî sembolîk jêrxaneyên petrolê yên Îranê bombebaran bike, ne bi vî awayî berfireh.

Ji bo vê mebestê Jared Kushner û Steve Witkoff serdana Îsraîlê dikin.

Hilbijartina rêberê nû û bidawîanîna nîqaşan

Encumena Pisporên Rêberiyê ya li Îranê, kurê Elî Xamineyî, Mucteba Xamineyî wekî rêberê nû yê welêt destnîşan kir.

Ev biryar hefteyek piştî kuştina Elî Xamineyî di êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê de tê dayîn.

Berê sibeha 9ê Adara 2026an, Encumena Pisporên Rêberiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Mucteba Xamineyiyê 56 salî wekî sêyemîn Rêberê Komara Îslamî hatiye destnîşankirin.

Diyarkirina Mucteba Xamineyî di demekê de ye ku gelek navên din wekî berendamên wê postê dihatin rojevê.

Di nav wan de: Elî Riza Arafî endamê encumena demkî ya birêvebirina welêt, Muhsîn Eraqî yê tundrew û heta nevîyê damezrênerê Komara Îslamî Hesen Xumeynî jî hebûn.

Lê encumenê herî dawî biryara xwe li ser Mucteba Xamineyî da.

Bi vê yekê sîstema siyasî ya Îranê ber bi "veguhastina mîratî ya desthilatê" ve gav avêt.

Ew şêwazek e ku Elî Xamineyî sala 2024an bi fermî red kiribû û Şoreşa Îranê jî ji bo dawîanîna li wî rengê desthilata şahane pêk hatibû.

Mucteba Xamineyî 8ê Îlona 1969an li bajarê Meşhedê ji dayîk bûye û yek ji 6 zarokên Elî Xamaneyî ye.

Mucteba heta niha ti postên fermî di hikûmetê de wernegirtine lê wekî yek ji kesayetên herî bibandor ên pişt perdeya biryarên siyasî û ewlehiyê yên Îranê dihat dîtin.

Têkiliyeke tund û tok a Mucteba bi Supaya Pasdaran re heye.

Dîroka vê pêwendiyê vedigere dema beşdariya wî ya di eniyên şerê navbera Îraq û Îranê yê salên heştêyî yên sedsala borî de.

Amarên kuştî û birîndaran

Di roja dehem a şer de, Wezareta Tenduristiyê ya Îranê amareke nû ya qurbaniyan belav kir û ragihand ku hejmara kuştiyan gihiştiye zêdetirî hezar û 250 kesî.

Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Ceferiyan amara qurbaniyên 9 rojên şer ragihand û amaje bi wê yekê kir: "Heta dawiya roja yekşemê 8ê Adara 2026an, di encama êrişan de hezar û 255 kes hatine kuştin û 12 hezar kesên din jî birîndar bûne."

Li gorî gotinên Ceferiyan, qurbaniyên şer ji hemû temenan in.

Di nav kuştiyan de zarokekî 8 mehî û zilamekî 88 salî hene.

Her wiha 200 jin di nav kuştiyan de ne.

11 karmendên sektora tenduristiyê canê xwe ji dest daye û 55 karmendên din ên bijîşkî jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst