Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê Libnanê, li bajarokê Kefr Killayê yê nêzîkî sînor, di êrişa leşkerên Îsraîlê de leşkerekî Libnanî hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ku di ajansa fermî ya Libnanê (NNA) de cih girtiye, leşkerên Îsraîlê li bajarokê Kefr Killayê êriş pek aniye.
Di vê êrişê de leşkerekî Libnanî hatiye kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.
Di navbera Libnan û Îsraîlê de 27ê Çiriya Paşîn a 2024an peymana agirbestê hatibû îmzekirin.
Li gorî daxuyaniyên Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di êrişên ku artêşa Îsraîlê piştî pêkanîna agirbestê pêk anîne de herî kêm 84 kes mirine û 284 kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse