Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku pêwendî û hevdîtinên bi şandeya Sûriyeyê re negihîştine rêkeftin û têgihîştinekê.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da zanîn, "Pêwendî û hevdîtin di bin çavdêriya Amerîkayê de hebûn lê mijar negihîştine rêkeftin û têgihîştina bi Sûriyeyê re."
Daxuyaniya Ofîsa Netanyahu piştî wê yekê hat ku medyaya Îsraîlê diyar kir, Benjamin Netanyahu di çarçoveya Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de red kiriye ku îmze li ser rêkeftina bi Sûriyeyê re bike.
Îsraîlê di salekê de 600 caran êrişî Sûriyeyê kiriye
Îsraîlê piştî rûxîna desthilata Beşar Esed bi awayekî berbiçav û sîstematîk gavên xwe yên leşkerî li nav axa Sûriyeyê berfireh kirin.
Operasyonan bi piranî binesaziya leşkerî ya Sûriyeyê kirin hedef ku di nav de balafirgehên sereke, sîstemên parastina asmanî, balafirên şer, navendên fermandariyê û saziyên din ên stratejîk ku ji bo parastina serweriya wî welatî girîng bûn hebûn.
Li gorî amareke hûr a Projeya Amarên Cih û Bûyerên Pevçûnên Çekdarî (ACLED), sala borî Îsraîlê zêdetirî 600 carî bi balafiran êrişî Sûriyeyê kiriye.
Piraniya êrişên Îsraîlê li parêzgehên başûrê Sûriyeyê, bi taybetî li Quneytre, Dera û Şamê bûne û nêzîkî ji sedî 80yê êrişan li van deveran bûne.
Parêzgeha Quneytreyê, hevsinorê Girên Golanê ye, ji ber nêzîkbûna cografî herî zêde rastî êrişan hatiye û herî kêm 232 caran êriş li ser hatiye kirin.
Dera, wekî parêzgeha duyem e ku herî zêde bûye hedef û 167 êriş li ser hatine kirin.
Bi awayekî sereke baregehên leşkerî yên desthilata berê û ew karwan kirine hedef ku guman dihat kirin çekan vediguhêzin.
Her wiha parêzgeha Şamê ku rêyên sereke yên leşkerî û navendên lojîstîk ên girîng lê ne, herî kêm 77 caran hatiye hedefgirtin.
Şama paytext bixwe jî herî kêm 20 caran rûbirûyî êrişên asmanî bûye.
Amerîka zextê dike
Çavkaniyeke ji hikûmeta Sûriyeyê ragihandiye:
"Nivîsandina dawî ya rêkeftinê nêzîk e ku amade bibe û di qonaxên dawî de ye.
Demeke zêde naxwaze heta ku bi pêş ve biçe û niha rêkeftin li ser maseya gotûbêjê ye."
Li gorî gotina wê çavkaniyê, "Hinek bendên amade û nivîskî hene û li benda Amerîkiyan in ku biçin Îsraîlê û ji wan re bibêjin, ev nivîsa dawî ye û em dixwazin li ser bixebitin, xitimîna niha jî ji aliyê Îsraîlê ve ye, ne ji aliyê Sûriyeyê ve."
Ajansa Nûçeyan a Reutersê da zanîn, Amerîka zextê dike da ku di gotûbêjên navbera her du aliyan de bipêşketin çêbibe.
Medyaya Îsraîlê jî anî ziman ku daxwaza Sûriyeyê ya ji bo vekişîna Îsraîlê ya ji herêma tampon û Çiyayê Şêx bûye sedema astengkirina bipêşketinan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse