Îran û Amerîka cara çaran e dicivin

11-05-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Uman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna çaremîn a gotûbêjên di navbera Amerîka û Îranê de li Mesqeta paytexta Umanê dê were lidarxistin.

Berê her du aliyan ragihandibû ku di gotûbêjan de bipêşveçûn heye lê hîn jî li ser bernameya atomî ya Îranê nakokî hene.

Tehranê da zanîn ku ew bernameya wan “gotûbêjan ranake” û nûnerê Amerîkayê jî di wan gotûbêjan de dibêje ku ew pirsgirêk “xeta sor” e.

Berî ku gotûbêjên îro dest pê bikin Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand:

“Di gotûbêjan de bipêşveçûn heye û bi awayekî xwezayî eger em berdewam bin jî wê gavê şêwirmendî û berçavgirtin hewceyî demeke zêdetir in ku em pirsgirêkên di gotûbêjan de hatine nîqaşkirin binirxînin.”

Berê biryar hatibû dayîn ku civîna çaran a gotûbêjan 3yê vê mehê were lidarxistin lê hatibû bipaşxistin.

Berpirsên Umanê sedema bipaşxistina gotûbêjan bi pirsgirêkeke lojistîkî ve girê didin.

Gotûbêjên her du welatên neyar di demekê de ne ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî destpêka vê mehê ragihand ku uryanyuma di bernameya atomî ya Îranê de gihiştiye ji sedî 60 ku çêkirina çekên atomî hewceyî ji sedî 90 uryanyumê ye.

Pispor hişyariyê didin ku ji bo gihiştina wê rêjeyê, demeke kêm pêwîst e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst