Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê li nêzîkî Nexweşxaneya Şifayê ya li Xezeyê êrişî konekî rojnamegeran kir.
Di encamê de 5 rojnameger hatin kuştin ku 2 ji wan nûçegihanên Al Jazeerayê bûn. Îsraîlê kuştina yekî ji wan qebûl kir û îdia kir ku "endamê Hemasê ye."
Li gorî agahiyên ji rayedarên Nexweşxaneya Şifayê, artêşa Îsraîlê rasterast konê ku rojnameger tê de bûn kir armanc.
Di êrişê de nûçegihanên Al Jazeerayê Enes El Şerîf û Mihemed Kurayka û her wiha 3 kameramanên din hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê qebûl kir ku Enes El Şerîf kuştiye û îdia kir ku Şerîf rêberê şaneyeke Hemasê bû û wan êrişên bi roketan plan dikirin.
Al Jazeera: Hewldaneke ji bo bêdengkirina dengan e
Televîzyona Al Jazeerayê ya eşkere kir ku êriş bi tundî şermezar kir û ragihand ku kuştina rojnamegerên wan hewldaneke bêhêvî ya ji bo bêdengkirina dengan a beriya dagirkirina Xezeyê ye.
Al Jazeerayê îdiayên Îsraîlê yên li ser Enes El Şerîf red kirin û diyar kir ku ew rojnamegerekî bêalî bû û wî tenê rastî vedigot.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Berpirsiyariya vê êrişê bi temamî ya artêş û Hikûmeta Îsraîlê ye."
Bi vê êrişê a Îsraîlê re ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve hejmara rojnamegerên ku li Xezeyê hatine kuştin derket 237an.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse