Serokwezîrê Îsraîlê: Operasyon dê berdewam bin

12-05-2021
RÛDAW
Nîşan Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu Îsraîl Filistîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku di operasyonên wan de fermandarên pilebilind ên Hemasê hatine kuştin û tekez jî kir ku operasyonên wan dê berdewam bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu serdana nexweşxamneyeke li Tel Avîvê kir ku birîndarên êrişên Tevgera Hemasê lê tên dermankirin.

Binyamin Netanyahu di wê serdana xwe de ji rojnamevanan re behsa şerê li Xezzeyê û operasyonên artêşa Îsraîlê kir û aşkere kir ku şeva derbasbûyî di êrişeke asmanî ya hêzên wan de li Xezzeyê hejmareke fermandarên pilebilind ên Hemasê hatine kuştin.

Serokwezîrê Îsraîlê di axaftina xwe de diyar kir ku wan bi awayekî tund bersiva êrişên Hemasê da û gef xwar ku ew dê derbeyeke “giran” li Hemasê bidin.

Herwiha Netanyahu tekez jî li kir ku operasyonên wan ên li Xezzeyê dê berdewam bin.

Heta niha di şer, pevçûn û aloziyan de li Xezzeyê 14 jê zarok bi kêmanî 53 kesan jiyana xwe ji dest dane û 320 kes birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê jî ragihandibû ku tenê ji şeva derbasbûyî ve Hemasê zêdetirî 1000 mûşek arasteyî Îsraîlê kirine ku bûne sedema kuştina bi kêmanî 5 sivîlan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst