Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, “Dewleta Filistînê ava nabe, ev der a me ye.”
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu projeya avakirina xaniyên nû li bajarê Male Adumimê yê li Şerîeya Rojavayê îmze kir.
Benjamin Netanyahu li ser projeyê anî ziman:
"Ev yek dê nifûsa bajarê Male Adumimê du qat bike.
Di nava 5 salan de dê 70 hezar kes li vir bin."
Netanyahu da zanîn ku sozeke wan a din jî heye ku bi cih bînin û got:
"Me gotibû dewleta Filistînê çênabe.
Bi rastî jî dewleta Filistînê ava nabe, ev der ya me ye.
Em dê xwedî li mîras, ax û ewlehiya xwe derkevin."
Netanyahu di beşeke gotara xwe ya berê ya bi zimanê Îbranî de bi Îngilîzî berê xwe dabû xelkê Xezeyê û gotibû:
“Rê nedin ku hûn ji aliyê van terorîstên kujer û ji aliyê van kujeran ve (Hemas) ji rê werin derxistin.
Ew qet qîmeta we nizanin.
Li Xezeyê jî ew diçin tunelên binê erdê û we li ser erdê dihêlin da ku hûn ji wan re bibin mertalên mirovî.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse