Êrişên Îsraîlê yên li Îranê: Çend mirî û birîndar hene?

13-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di êrişên balafirên Îsraîlê yên li Îranê de 14 kes mirin, 57 kes jî birîndar bûn.

Di êrişên asmanî yên ku Îsraîlê îro destê sibehê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêk anîn de 14 kes hatin û 57 kes birîndar bûn.

Di nav kesên ku hatine kuştin de 6 zanayên nukleerî û fermandarên leşkerî yên pilebilind hene.

Artêşa Îsraîlê bi dema herêmî saet 04:00an dest bi êrişên hevdem li bajarên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir.

Di operasyonê de tesîsên nukleerî yên Îranê û baregehên leşkerî hatin bombebarankirin.

Fermandarên pilebilind hatin kuştin

Di êrişan de kuştina Fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî û Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî hat piştrastkirin.

Ajansa Tesnîmê ya Îranê navên zanayên nukleerî yên ku hatine kuştin ragihand:

“Ebdulhemîd Menûçehr, Ehmed Riza Zulfikarî, Emîr Husên Fiqhî, Motlabîzade, Mihemed Mehdî Tehrançî û Fereydûn Ebasî.”

Ji kesên ku di êrişê de hatine kuştin Fereydûn Ebasî demekê wekî Serokê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê xebitîbû.

Ebasî sala 2010an ji hewldana kuştinê ya ku Îsraîl jê tê tawanbarkirin bi birîndarî rizgar bûbû.

Zanayê din ê ku hatiye kuştin Mihemed Mehdî Tehrançî jî wekî Serokê Zanîngeha Azad a Îslamî dixebitî.

Bilançoya li bajaran

Tehran: Di êrişên li deverên sivîl de 5 mirî, 20 birîndar

Tebrîz: Birevebirê Birêvebiriya Krîzan a Azerbeycana Rojhilat Mecîd Ferşî diyar kir ku Baregaha Şehîd Kerîmî ya li Seîd Abadê, Baregaha Zehrayê ya li Emandê û navenda radarê ya li Serderudê hatine bombebarankirin. Li vî bajarî 2 mirî, 6 birîndar hene.

Qesrî Şîrîn: Deriyê Sînorî yê Xusrewê hat bombebarankirin, miriyek, 31 birîndar hatin ragihandin.

Li Îsraîlê rewşa awarte

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku wan ji ber îhtimala bersivdayîna Îranê li seranserî welêt rewşa awarte ragihandiye.

Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) diyar kir ku Îranê zêdetirî 100 dron şandine.

Sererkanê Giştî ya Îsraîlê Eyal Zamir li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, “Em gihîştin xaleke ku êdî vegera wê nîne. Kesên ku me diceribînin dê bedelên giran bidin.”

Piştî êrişan li seranserî Îsraîlê sîrenên hişyariyê hatin lêdan û hişyariyên rewşa awarte ji telefonan re hatin şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst