Hemasê 7 dîlên Îsraîlî berdan

13-10-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Dîl Berdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hemasê 7 dîlên Îsraîlî berdan û Hemasê koma yekem a dîlên Îsraîlî radestî Xaça Sor kir.

Medyaya Îsraîlê ragihandibû ku tê payîn di demeke nêzîk de pêvajoya berdana dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê dest pê bike.

Hat ragihandin ku Hemasê 7 dîlên Îsraîlî berdane.

Karwanê otomobîlên Xaça Sor ji bo wergirtina dîlên ku dê îro ji aliyê Hemasê ve werin berdan, ber bi bajarê Xezeyê ve bi rê ketibû.

Hemasê navê 20 dîlên sax eşkere kiriye û dê îro wan radest bike.

Îsraîlê jî dest bi amadehiyan kiriye da ku nêzîkî 2 hezar girtiyên Filistînî berde.

Hemasê ragihand ku ew dê di gera yekem de ji 48 dîlên li Xezeyê 20ên sax berde.

Ji aliyekî din ve, çavkaniyeke Filistînî ragihand ku Tevgera Hemasê ji navbeynkaran re gotiye dibe ku ew nikaribin roja duşemê termên hemû dîlan radest bikin çimkî destê wan nagihîje wan.

Çavkaniyê her wiha amaje pê kir ku tevî vê yekê jî Îsraîlê soz daye ku pêvajoya guhertinê temam bike.

Her wiha paşê dê tîmeke pisporên Ereb û biyanî li wan cihên ku îhtimala veşartina terman heye, beşdarî lêgerînê bibin.

Agirbesta li Xezeyê berdewam dike û di heman demê de çav li benda guhertina dîl û girtiyan in û dê lûtkeyek were lidarxistin ku armanca wê danîna nexşerêyeke ji bo aştiyê ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva yekşemê dest bi sefereke bilez a Îsraîl û Misirê kir û ew dê li Şerm El-Şêxa Misirê pêşengiya lûtkeyê bike.

Peymana aştiyê ya Xezeyê girêdayî pêbendbûna her du aliyan e ku dîlên di êrişa 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan a Hemasê de hatine girtin, bi Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de werin guhertin.

Qonaxa destpêkê ya peymanê berdana 47 dîlên Îsraîlî (sax û mirî) li hemberî 250 girtiyên Filistînî û 1700 welatiyên Xezeyê yên ku piştî destpêka şer hatine desteserkirin li xwe digire.

Her wiha tê payîn ku Hemas termê leşkerekî Îsraîlî yê ku sala 2014an di şerekî berê yê Xezeyê de hatibû kuştin jî radest bike.

"Girtiyên Filistînî dê piştî misogerkirinê werin berdan"

Li gorî berdevkê ofîsa Benjamin Netanyahu, Îsraîl li bendê ye ku her 20 dîlên sax "îro berê sibehê" radestî Xaça Sor werin kirin.

Li gorî Berdevkê Netanyahu, dema Îsraîl piştrast bibe ku hemû dîlên wan ên ku biryara berdana wan hatiye dayîn, gihiştin aliyê Îsraîlê dê girtiyên Filistînî werin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst