Îsraîlê Girtîgeha Evînê bombebaran kiribû: 15 girtiyên reviyayî nehatine girtin

04-09-2025
RÛDAW
Nîşan Girtîgeha Evînê Îran Îsraîl Girtî Reviyayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Desthilata Dadweriyê ya Îranê ragihand ku ji ber êrişa Îsraîlê ya li Girtîgeha Evînê ya li Tehranê, ji 75 girtiyên reviyayî heta niha 15 kes winda ne.

Berdevkê Desthilata Dadwerî ya Îranê Esxer Cehangîrî doh li ser girtiyên ku di dema êrişa Îsraîlê de ji Girtîgeha Evînê reviyane daxuyaniyek da.

Cehangîrî got, “Di êrişa li Girtîgeha Evînê ya Tehranê de, 75 girtiyên ku di dema êrişê de li hewşa girtîgehê bûn, reviyan û 58 kes ji wan hatin dîtin.

Ji wan 58 kesên ku hatine dîtin, hinekan ji wan xwe radest kiriye, hinek hatine girtin û sê kes jî di dema êrişan de hatine kuştin.”

Cehangîrî derbarê çarenivîsa kesên winda wiha axivî:

“Heta niha 15 girtiyên reviyayî yên Girtîgeha Evînê nehatine dîtin û 14 ji wan ji ber pirsgirêkên darayî di girtîgehê de bûn.”

Bombebarana Girtîgeha Evînê

Dawiya meha hezîranê, berpirsên Desthilata Dadweriyê ya Îranê amarên kuştiyên êrişa li Girtîgeha Evînê belav kiribûn û wiha gotibû:

“Di êrişa li Girtîgeha Evînê de 80 kesên ku ji girtî, kesûkarên wan, karmendên girtîgehê û niştecihên taxên derdorê pêk dihatin hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.”

Berpirsên Îranê ragihand ku Îsraîlê di demekê de êrişî Girtîgeha Evînê kiriye ku kesûkarên girtiyan ji bo serdanê çûbûn girtîgehê.

Îsraîlê 23yê Hezîranê Girtîgeha Evînê bombebaran kiribû.

Li gorî medyaya Îranê, beşên pasevanî, îdarî û dadwerî yên girtîgehê hatin hedefgirtin.

Çi bûbû?

Îsraîlê 13ê Hezîrana 2025an êrişî Îranê kir û Îranê jî bi mûşekên balîstîk û dronên bombebarkirî bersiv da.

Amerîka 22yê Hezîranê tevlî şer bû û êrişî tesîsên atomî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê kir.

25ê Hezîranê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbest ragihand.

Li gorî Artêşa Îsraîlê, di şerê 12 rojan de zêdetirî 30 fermandarên leşkerî û 11 zanayên atomî yên Îranê hatine kuştin, 8 tesîsên atomî û zêdetirî 720 baregehên leşkerî jî hatine bombebarankirin.

Îranê zêdetirî 550 mûşekên balîstîk avêtin Îsraîlê ku piraniya wan hatin têkbirin lê hinekan li hedefên xwe dan û di encamê de 28 kes hatin kuştin ku li gorî Artêşa Îsraîlê tenê yek ji wan leşker bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst