Îslamabad tiliya tohmetê dirêjî Kabulê dike

13-11-2025
RÛDAW
Nîşan Pakistan Efxanistan Kabul Îslamabad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pakistanê welatiyên Efxanistanê bi teqîna xwekujî ya vê hefteyê ya li paytext Îslamabadê û êrişeke din a xwînavî ya li nêzîkî sînor tawanbar kir.

"Êrişkar Efxan bû"

Wezîrê Karên Navxwe yê Pakistanê Muhsîn Neqvî di civîna Encumena Pîran de ragihand ku ew xwekujê li pişt teqîna roja sêşemê ya li ber avahiyên dadgeha Pakistanê bû xelkê Efxanistanê bû.

Neqvî bêyî ku ti delîlan pêşkêş bike got, "Me li ser kiryarên teqîna Îslamabadê lêkolîn kirine. Xwekuj xelkê Efxanistanê bû."

Dema jê hat pirsîn ku hikûmet dê bi Efxanistanê re çawa tevbigere, Muhsîn Neqvî got, "Dê li ser asta hikûmetê biryar bê dayîn ku dê çi bê kirin."

Baskekî Tehrîk-î Talîban a Pakistanê berpirsiyariya êrişê li xwe girt ku ev yekem êriş bû di nava nêzîkî sê salan de ku Îslamabada paytexta Pakistanê kiribû armanc.

Di êrişê de 12 kes miribûn û 27 kesên din jî birîndar bûbûn.

Wezîrê Karên Navxwe yê Pakistanê roja duşemê ji nûçegihanan re ragihandibû ku welatiyên Efxanistanê beşdarî êrişeke heman rojê ya li ser Enstîtuya Kadetan a li Wanayê bûne ku ew dibistaneke leşkerî ye li bakurê rojavayê Pakistanê.

Di wê êrişê jî de sê kes miribûn.

Peywendiyên Kabul û Îslamabadê xirabtir dibin

Ev tawanbarî di demekê de ne ku peywendiyên di navbera Kabul û Îslamabadê de bi awayekî berçav xirab bûne.

Ji dema ku Talîban di sala 2021ê de vegeriya ser desthilatê, Pakistan rêxistina bi navê Tehrîk-î Talîban a Pakistanê li nav axa Pakistanê bi pêkanîna êrişan tawanbar dike.

Îslamabad diyar dike ku ku baregehên Tehrîk-î Talîban a Pakistanê li Efxanistanê ne lê Kabul van tohmetan red dike.

Pevçûna sînorî ya meha borî ku wekî ya herî dijwar a salên dawî tê binavkirin, bû sedema kuştina zêdetirî 70 kesî.

Her wiha li gorî Neteweyên Yekbûyî, bi dehan sivîlên Efxan jî di wan pevçûnan de birîndar bûn.

Ji ber vê bûyerê, peywendiyên di navbera her du welatan gihiştin asta xwe ya herî nizm.

MuhsînNeqvî di axaftina xwe de got, "Me fikarên xwe ji wan re gotine lê ew hîn jî piştgiriyê didin terorîstan."

Kabulê heta niha ti tişt li ser van tohmetan negotiye.

Wezareta Ragihandinê ya Pakistanê îro heman tişt ducare kir û ragihand ku êrişa Wanayê "ji Efxanistanê hatiye plankirin û kontrolkirin" û hemû beşdar welatiyên Efxanistanê bûne.

Wezaretê di posteke xwe ya li ser tora civakî ya Xê de got: "Nasnameya wan terorîstên Efxan ên ku di êrişê de hatine kuştin, bi zelalî pêwendiya terorîstan bi baregehên wan ên li Efxanistanê re îsbat dike."

Tehrîk-î Talîban a Pakistanê diyar dike ku li Pakistanê ku welatekî piranî Misilman e eger şerîeta Îslamî neyê pêkanîn dê êrişên wê berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst