Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xostê ya Efxanistanê di encama êrişa asmanî ya artêşa Pakistanê de herî kêm 9 zarok û jinekê canê xwe ji dest da.
Birêvebiriya Talibanê ragihand ku li navçeya Gurbuzê ya Xostê nîvê şevê êrişî maleke sivîlan hatiye kirin.
Berdevkê Talibanê Zebîhulah Mucahîd diyar kir ku êriş li gorî dema herêmî saet 00:00an pêk hatiye û mala ku hatiye hedefgirtin bi temamî wêran bûye.
Li gorî daxuyaniya Mucahîd, di êrişê de avahiyeke welatiyê sivîl ê bi navê Wîlayet Xan hatiye hedefgirtin û 5 kur, 4 keç û jinekê canê xwe ji dest daye.
Di heman daxuyaniyê de hat ragihandin ku Pakistanê li parêzgehên Kunar û Paktîkayê jî operasyonên hevşêwe kirine û li wan herêman 4 sivîl birîndar bûne.
Pakistan bê deng e
Li gorî ajansên navneteweyî, artêşa Pakistanê û rayedarên karên derve derbarê êrişê de ti daxuyaniya fermî nedaye.
Bûyer di demeke ku aloziya sînorî ya di navbera her du welatan de zêde bûye de qewimî.
Sala borî jî 46 sivîl hatibûn kuştin
Êriş wekî xelekeke nû ya krîza ewlehiyê ya di navbera Efxanistan û Pakistanê de tê nirxandin ku demeke dirêj e berdewam dike.
Berê jî operasyonên wiha pêk hatibûn.
Kanûna Pêşîn a 2024an hatibû ragihandin ku di êrişên esmanî yên Pakistanê yên li ser parêzgeha Paktîkayê de 46 sivîlên ku piraniya wan jin û zarok bûn canê xwe ji dest daye.
Piştî van operasyonan Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Efxanistanê (UNAMA) ji ber windahiyên sivî banga lêkolîneke serbixwe kiribû.
Êrişa dawî ya li Xostê, dilgiranyên ku dibe aloziya di navbera her du welatan de kûrtir bibe û rîskên ewlehiyê yên li ser xeta sînor zêde bibin, dîsa anîn rojevê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse