Gelo agirê şer li ser sînorê Pakistan û Efxanistanê gur dibe?

14-10-2025
RÛDAW
Nîşan Pakistan Efxanistan Talîbana Pakistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 11ê Çiriya Pêşîn li parêzgeha Paktiyayê ya Pakistanê di navbera hêzên sînor ên Pakistan û Efxanistanê de pevçûnên dijwar  derketin.

Ev şer piştî êrişên asmanî yên gumanbar ên Pakistanê yên 9ê Çiriya Pêşîn ên li Kabulê qewimîn.

Piştî pevçûnan her du aliyan amarên miriyan ên cuda ragihandin û wan hevdû bi destpêkirina aloziyê tawanbar kir.

Amar û îdiayên nakok ên her du aliyan

Hikûmeta Talîbanê ragihand ku di pevçûnan de 58 leşkerên Pakistanê hatine kuştine û 30 leşkerên din jî birîndar bûne.

Berdevkê Talîbanê Zebîhulah Mucahid jî da zanîn ku jî di pevçûnan de 9 endamên wan mirine.

Artêşa Pakistanê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku 23 leşkerên wan hatine kuştin û 29 leşker jî birîndar bûne.

Pakistanê her wiha îdia kir ku wan zêdetirî 200 "terorîst"ên girêdayî birêvebiriya Efxanistanê "tune kirine."

Tawanbarî û bersivên dualî

Hêzên Talîbanê ev êriş wekî bersiveke li hemberî êrişên esmanî yên Pakistanê yên li ser Kabûlê bi nav kir.

Hikûmeta Talîbanê her wiha îdia kir ku ev alozî ji ber "kiryarên komeke taybet a di nav hikûmeta Îslamabadê de" derketiye.

Wezareta Karên Derve ya Pakistanê ev daxuyanî bi tundî red kir.

Pakistanê kiryarên xwe wekî "mafê xweparastinê" bi nav kir û got ku binesaziya ku wan lê daye "ji bo plankirina êrişên terorê dihatin bikaranîn."

Pakistanê bangî birêvebiriya Efxanistanê kir ku dest ji kar û barên wê yên navxweyî berde û bala xwe bide ser "hebûna terorîstan" a li Efxanistanê.

Sedema bingehîn: Vejîna kujer a TTPyê

Sedema sereke ya van aloziyan vejîna kujer a Tehrîk -î- Talîbana Pakistanê (TTP) ye. Vê vejînê hema hema bi vegera Talîbanê ya li ser desthilata Efxanistanê dest pê kiriye.

Li gorî daneyan îsal Tehrîk -î- Talîbana Pakistanê zêdetirî 600 carî êrişî hêzên Pakistanê kiriye û ev êriş di deh salên dawî de asta herî bilind e.

Li gorî zanyariyên BBC Farisiyê vê rewşê li herêmên sînorî yên wekî Xeyber Pextûnxwayê "atmosfereke tirsê" afirandiye.

Welatiyekî ji herêmê yê bi navê Nîsar Elî ji The Guardianê re got, "Talîbana Pakistanê niha li her gundî heye."

Siyasetmedarekî herêmê jî diyar kir, "Çekdarên Talîbana Pakistanê bi serbestî digerin. Tevgera hêzên ewlehiyê sînordar e, ne ya çekdaran."

Gef û navbeynkarî

Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf "kiryarên provokatîv" ên Talîbanê bi tundî şermezar kirin û got, "Her provokasyon dê bi bersiveke tund û bibandor re rû bi rû bimîne."

Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Xawace Mihemed Asif jî gotibû, "Êdî bes e. Sebra hikûmet û artêşa Pakistanê nemaye."

Berdevkê hikûmeta Talîbanê Zebîhulah Mucahid ragihand ku şer bi navbeynkariya Qeter û Erebistana Siûdî hatiye rawestandin.

Li aliyê din Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi jî ji ber aloziyan dilgiraniya xwe anî zimên û bang kir ku alozî bi lez were kêmkirin.

Berpirsê herêma Pextûnxwayê Mihemed Elî Seyf hişyarî da û got, "Eger ev şer belavî parêzgehên wekî Pencab û Sindhê bibe, dê bibe karesat û dibe ku em bibînin Talîbana Pakistanê kujertir dibe."

Tehrîk-î-Talîbana Pakistanê kî ye?

Tehrîk-î-Talîbana Pakistanê rêxistineke Îslamî ya radîkal e. Ew sala 2007an bi yekbûna çend komên çekdar ên li ser sînorê Pakistan-Efxanistanê ava bû.

Rêxistin ji aliyê îdeolojîk ve nêzîkî Talîbana Efxanistanê ye lê ew rêxistineke cuda ye. Armanca wê ya sereke rûxandina hikûmeta Pakistanê û avakirina sîstemeke şerîetê ya tund li seranserê Pakistanê.

Rêxistin dewleta Pakistanê bi pêkanîna yaseyên neîslamî û hevkariya bi Rojava re tawanbar dike.

Tehrîk-î-Talîbana Pakistanê ji bo bigihîje van armancan, serî li kiryarên tund ên wekî êrişên xwekujî, bombebaran û sûîqestan daye.

Di encama van êrişan de bi hezaran welatiyên Pakistanî mirine.

Qadên sereke yên çalakiyê yên Tehrîk-î-Talîbana Pakistanê Herêmên Eşîrî yên Federal, Hinek Beşên Eyaleta Xeyber Pextûnxwayê û herêmên çiyayî yên li ser sînorê Efxanistan-Pakistanê ne.

Ev herêmên sînorî yên dijwar derfetê didin rêxistinê ku hem xwe veşêre û hem jî li derveyî sînor tevbigere.

Tehrîk-î-Talîbana Pakistanê sîstema destûrî û demokratîk a Pakistanê red dike. Ew armanc dike ku li ser bingeha şîroveyên xwe yên Îslamî yên radîkal "Îmareteke Îslamî" ava bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst