Serokwezîrê Îsraîlê bi serdaneke fermî li Îmaratê ye

13-12-2021
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Îmarat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê bi serdaneke dîrokî li Îmaratê ye ku dibe yekem serdana serokwezîrekî Îsraîlê bo wî welatî û biryar e rewşa navçeyê, bi taybetî pirsa etomî ya Îranê û peywendiyên aborî yên navbera Îsraîl û Îmaratê ligel berpirsên wî welatî gotûbêj bike.

Êvara roja Yekşemê 12ê Kanûna 2021ê Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett li Firokexaneya Abu Dhabi peya bû û ji aliyê Wezîrê Derve yê Îmaratê Şêx Ebdulla Bin Zaîd El-Nehyan ve pêşwazî lê hat kirin.

Ev di demekê de ye ku Îsarîl bi nîgeranî berê xwe dide rêkeftina etomî ya Îranê û danûstandinê Vienayê. Li gor Îsraîlê, Îran ji aliyekî ve “guşarê” li welatên beşdarê civînên Vienayê dike daku cezayên li ser rakin û di heman demê de jî “programa xwe ya etomî jî pêş dixe”.

Di çend hefteyên derbasbûyî de, Îsraîlê dîplomatên paye-bilind, berpirsên berevanî û îstixbaratê rasipardine daku ligel hevpeymanên xwe li Ewropa, Amerîka û Rojhilata Navîn bicivin û rêyeke “dijwartir” li beramber Îranê bidin pêşiya xwe.

Ev peywendî û tevgera Îsraîlê hevdem e ligel gefa bikaranîna hêzê li dijî Îranê eger rêyên dîplomatîk bixitimin. Di serdana xwe ya Abu Dhabî de, biryar e Naftali Bennett ligel Şazadeyê Cênişîn Mihemed Bin Zaîd bicive.

Sala borî Îsraîl û Îmaratê rêkeftineke asayîkirina peywendiyan bi navbênkariya Amerîka bi navê Abraham îmze kirin ku ji çend rêkeftinên dîplomatîk ên ligel wî welatî pêk tên. Ji xeynî Îmarat, Behreyn, Sûdan û Mexrîb jî beşdar in. Ji kevin ve nîgeraniyên hevbeş ên Îsraîl û Îmaratê derbarê programa etomî ya Îranê de hene.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst