Trump, Selman û Şer civiyan û Erdogan jî online beşdar bû

14-05-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Ehmed Şer Mihemed bin Selman Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, Şahê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Riyadê li hev civiyan û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî bi awayê online beşdarî civînê bû.

Donald Trump, Mihemed bin Selman û Ehmed Şer îro li Riyada paytexta Erebistana Siûdî  di civîneke de axivîn.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî ji Kuliyeya Serokomariyê bi awayê online bşdarî civînê  bû.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Erdogan di civînê de gotiye ku biryara Trump a rakirina dorpeçên li ser Sûriyeyê dîrokî ye û ew biryar dê bibe mînak ji bo welatên din ên ku ceza li wan hatine sepandin.

Erdogan da zanîn ku bi saya vê biryarê dê derfetên hilberînê yên di qadên cuda de li Sûriyeyê derkevin holê.

Li aliyê din Koşa Spî jî derbarê hevdîtinê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, Trump ji Şer xwestiye ku berpirsiyariya kampên DAIŞê yên li Sûriyeyê bigire ser xwe.

Her wiha Trump ji xwest ku “terorîstên biyanî” ji Sûriyê derkevin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst