Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku dê Serokê Amerîkayê Donald Trump li Riyada paytexta Erebistan Siûdî bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re bicive.
Serokê Amerîkayê îro dest bi gera xwe ya Rojhilata Navîn kir û dê çend welatên Rojhilata Navîn ziyaret bike.
Yekem rawestgeha Trump Riyada peytexta Erebistana Siûdî bû.
Berpirsekî Koşka Spî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, îro ji rojnamegeran re got, "Serok Trump qebûl kiriye ku sibê li Siûdiyê silav bide Serokê Sûriyeyê."
Donald Trump 12ê Gulanê ji rojnamegeran re ragihand ku ew dikarin li ser rakirina sizayên li ser Sûriyeyê bifikirin.
Trump li ser vê mijarê got: "Dibe ku em sizayên li ser Sûriyeyê rakin, ji ber ku em dixwazin destpêkekê bidinê."
Di 8 Kanûna Pêşîn a2024an de Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) bi serokatiya Ehmed Şer, ku wê demê bêhtir bi navê Ebû Mihemed Colanî dihat naskirin, û beşek ji komên çekdar ên hevpeyman dawî li desthilata Beşar Esed anî.
Ji ber ku têkiliya wê bi El Qaîdeyê re hebû, Tehrîr El Şam di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye,
Di van çend mehên borî de jî Hikûmeta Amerîkayê xwe ji mameleyên fermî yên bi desthilata nû ya Sûriyeyê re dûr digire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse