Amerîka û Qeterê peymaneke 1,2 trilyon dolarî îmze kir

14-05-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Qeter Peyman Rojhilata Navîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê di serdaneke xwe ya Qeterê de peymaneke aboriyê ya herî kêm 1,2 trilyon dolarên Amerîkî îmze kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di çarçoveya serdana xwe ya Rojhilata Navîn de îro li Qeterê ye.

Trump ragihand ku peymaneke aboriyê ya bi nirxê zêdetirî 243,5 milyar dolarî di navbera Amerîka û Qeterê de hatiye îmzekirin ku yek ji wan firotina balafirên Boeing e.

Koşka Spî li ser peymana ku hatiye îmzekirin ragihand:

“Ev peymanên girîng ên îro dê bibin sedema bipêşketin û xweşguzeranî ji bo çendîn nifşan.

Amerîkayê ber bi serdema zêrîn a nû ve dibin.”

Peymana herî girîng di navbera kompanyayên Boeing û GE Aerospaceyê li gel Xeta Asmanî ya Qatar Airwaysê re hat îmzekirin.

Peymaneke 96 milyar dolarî ya ku hat îmzekirin ji bo kirîna nêzîkî 210 balafirên Boeing ên 787 Dreamliner û 777X ku bi motorên GE Aerospace kar dikin bû.

Ev peymana herî mezin e ku di dîroka balafira Boeingê de hatiye kirin.

Peymana dîrokî salane piştgiriyê dide 154 hezar derfetên kar ên Amerîkî ku bi giştî digihêje zêdetirî milyonek kar di dema hilberîn û ragihandina vê peymanê de.

Di warê parastinê de jî, kompanyaya Raytheonê peymaneke bi milyarek dolarî ji bo bidestxistina şiyanên dijîdron ên ji aliyê Qeterê ve îmze kir.

Her wiha kompanyaya General Atomicsê peymaneke nêzîkî du milyar dolarî ji bo firotina sîstema balafirên bêfirokevan MQ-9B misoger kir.

Amerîka û Qeterê ragihand, ew dixwazin pêwendiyên xwe yên ewlehiyê bihêz bikin ku di veberhênanan de digihêje zêdetirî 38 milyar dolarî ku di nava wan de piştgiriya ji bo Baregeha Asmanî ya Udeidê ye.

Amerîkayê sala 2024an xwedî 2 milyar dolar zêdehiya bazirganiyê ya li gel Qeterê bûye û ji sala 2003an ve hevsengiyeke erênî ya bazirganiyê jî li gel Qeterê hebûye.

Sala 2024an, bazirganiya di navbera Amerîka û Qeterê de gihîşt 5,64 milyar dolarî ku 3,8 milyar dolar hinardekirina Amerîkayê û 1,8 milyar dolar hawirdeya Qeterê bûye.

Qeter ku welatê sêyem ê herî zêde gaza xwezayî jê derdive ye veberhênanên girîng di jêrxana enerjiya Amerîkayê de kirine.

Ji sala 2019an ve, Qatar Energy 18 milyar dolar veberhênan di sektora enerjiyê ya Amerîkayê de kiriye.

Peymana nû ya bi Qeterê re piştî peymana 600 milyar dolarî ya bi Erebistana Siûdî re hat îmzekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst