Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Khawaja Asif got, “Eger cîhana Îslamê niha yekgirtî nebe, çarenivîsa me hemûyan dê wekî ya Yemen, Îran û Filistînê be."
Wezîrê Parastinê yê Pakistanê di axaftina xwe ya li Encumena Niştimanî ya welatê xwe de ragihand ku ew piştgiriyê didin Îranê di vî şerî de û "bêdengî êdî ne vebijêrkek e."
Li gorî gotinên Wezîrê Parastinê yê Pakistanê, di vê êrişa li ser Îranê de, Îsraîl "bi tenê nîne."
Khawaja Asif her wiha amaje bi wê yekê kir ku Îran welatekî cîran e û "peywendiyên dîrokî yên çend sed salan di navbera wan de hene."
Khawaja Asif tekezî li ser wê yekê kir ku ew dê di vî şerî de bi her awayî bi Îranê re bin û got: "Em dê berjewendiyên Îranê biparêzin, Îranî birayên me ne, êş û nexweşiya wan êş û nexweşiya me ye."
Di heman demê de Wezîrê Parastinê yê Pakistanê li dijî Îsraîlê xwest Rêxistina Hevkariya Îslamî bicive û hemû welatên Îslamî hevgirtî bin.
Di beşeke din a axaftina xwe de Khawaja Asif behsa wê yekê kir ku heta di welatên rojavayî de jî xwepêşandan li dijî Îsraîlê tên kirin, "Xelk (li welatên rojavayî) hişyar bûne, berevajî cîhana Îslamî ne."
Wezîrê Pakistanê tekezî li ser helwesta neguher a welatê xwe kir û da zanîn ku wan Îsraîl nas nekiriye û ti pêwendiya wan bi Îsraîlê re nîne.
Khawaja Asif ji hemû welatên Îslamî xwest ku pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re biqetînin û got,"Destên Îsraîlê bi xwîna misilmanan sor bûne û divê ew dest bên redkirin."
Çi bûbû?
Îsraîlê destê sibehê nêzîkî saet 03:01ê bi mûşekan tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand, di encama êrişa wan a asmanî ya berfireh a li ser çend herêmên cuda yên Îranê de, piraniya fermandarên bilind ên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran hatine kuştin.
Di êrişan de kuştina Fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî û Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî hat piştrastkirin.
Ajansa Tesnîmê ya Îranê navên zanayên nukleerî yên ku hatine kuştin ragihandin ku wiha ne:
“Ebdulhemîd Menûçehr, Ehmed Riza Zulfikarî, Emîr Husên Fiqhî, Motlabîzade, Mihemed Mehdî Tehrançî û Fereydûn Ebasî.”
Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku Fermandarê Hêza Asmanî û Dronî ya Supaya Pasdaran Emîr Hacizade jî hatiye kuştin.
Berdevkê Heyva Sor a Îranê Micteba Xalidî li ser encamên êrişên Îsraîlê daxuyanî da û got, "Di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de li 12 parêzgehan 121 kes birîndar bûne."
Li hêla din, êrişa Îsraîlê bû sedema bertekên herêmî û navneteweyî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji êrişa Îsraîlê li Îranê agahdar bûye û diyar kir ku ew dê destûrê nedin ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerî.
Îranê dest bi êrişa bersivdayînê kir û mûşekên wê gihiştin Îsraîlê.
Divê were gotin ku Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da êrişên Îsraîlê. Di êrişên Îranê yên li ser Îsraîlê de heta niha herî kêm 63 Îsraîlî birîndar bûne.
Mûşekeke Îranê li nava bajarekî Îsraîlê ket û bû sedema kuştina 2 kesan û birîndarbûna nêzîkî 20 kesan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse