Îranê hişyarî da Îsraîlê: 'Dê bersiva me tundtir be'

07-07-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Êriş Ebulfazil Şikarçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebulfazil Şikarçî ragihand ku hêzên wan di amadebaşiyeke tam de ne û di egera her êrişa nû ya Îsraîlê de, "dê bersiva me tundtir û bihêztir be."

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebulfazil Şikarçî behsa şerê 12 rojî yê welatê xwe yê li gel Îsraîlê kir.

Di wî şerî de êriş li ser tesîsên nukleerê û baregehên leşkerî yên Îranê hat kirin û Tehranê jî bi mûşekên balîstîk û dronên bombekirî bersiv da.

Ebulfazil Şikarçî ragihand ku wan di şerê 12 rojî de serkeftin bi dest xistiye û derbeke mezin li Îsraîlê daye.

Ebulfazil Şikarçî her wiha got ku wan Îsraîl neçar kir ku şer rawestîne.

Şikarçî ragihand ku amadehiya hêzên wan ên çekdar di asteke gelek bilind de ye û eger Îsraîl li dijî Îranê gaveke şaş biavêje, dê bersiveke tund bê dayîn.

Şikarçî diyar kir ku di egera her êrişeke Îsraîlê de, dê bersiveke tund, cidî, bihêz û poşmanker bê dayîn.

Li aliyê din, Alîkarê Nivîsgeha Îdeolojîk-Siyasî ya Fermandariya Bilind a Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê Resûl Senayî Rad, tekezî li ser amadehiya hêzên wan li hember her êrişeke Îsraîlê kir û ragihand, eger Îsraîl dîsa êriş bike, dê bersiva Komara Îslamî ji ya ku di şer de hebû, gelek tundtir û bihêztir be.

"Ne agirbesteke fermî ye"

Resûl Senayî Rad got, "Tiştê ku îro heye ne agirbesteke fermî ye lê tenê rawestandina demkî ya operasyonên leşkerî ye.

Rewş hîn jî hestiyar û aloz e û em ji nêz ve çavdêriya tevgerên Îsraîlê dikin."

Di 13ê Hezîrana 2025an de, bi êrişa Îsraîlê ya li Îranê şerekî 12 rojan dest pê kir û Îranê jî bi mûşekên balîstîk û dronên bombebarkirî bersiv da.

Di 22yê Hezîranê de, Amerîka ket nav şer û êrişî tesîsên nukleerê yên Fordo, Netenz û Îsfehanê kir.

Di 25ê Hezîranê de jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbest ragihand.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, di êrişên Îsraîlê yên li ser wî welatî de herî kêm 935 kes hatin kuştin ku di nav wan de bi dehan efserên Supaya Pasdaran û zanyarên nukleerê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst