Hewlêr (Rûdaw) - Abdullah Ocalan peyameke nivîskî ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîr, Dêrezor, Reqa û Tebqayê re şand û got, “Piştgiriya we ji HSDyê re wateyeke pir mezin e.”
Ocalan di peyama xwe de da zanîn, "Divê Kurd û Ereb bi hev re bijîn. Ez piştgirê xwişk-biratî û yekitiya gelê Kurd û Ereb im ku xwedî bingeha dîrokî ye."
Peyama Abdullah Ocalan a ji eşîrên Ereban re wiha ye:
"Ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîr, Dêrezor, Reqa û Tebqayê re:
Dostên hêja,
Destpêkê ez bi kêfxweşî, hezkirin û rêzdarî we silav dikim.
Yekitî û piştgiriya we ji Kurdan re li ser bingeha pergala neteweya demokratîk xwedî wateyeke mezin e.
Hûn bi vê yekitiyê bingeheke dîrokî ya nû ya xwedî baweriya bi têkilî û hevbendiya di navbera gelên Ereb û Kurd de ava dikin.
Di dilê dîrok û boriya wê de, di navbera her du gelên Kurd û Ereb de têkilî hene.
Di kûrahiya dîrokê de her tim dostanî û biratiya di navbera gelên Ereb û Kurd de li pêş bû.
Heta vê dostaniyê di dema derketina Îslamê û belavbûna wê ya bi serkêşiya Pêxember Mihemed de hişt ku piraniya Kurdan bi hêsanî tev li ola Îslamê bibin.
Sedema sereke, têkiliyên xurt ên di navbera her du gelên Kurd û Ereb de ye. Ev têkiliyên xwişk-biratiyê yên di navbera her du gelan de piştî Îslamê bi çend sedsalan berdewam kir û bi pêş ket.
Ev yekitiya ku hûn îro bi rê ve dibin ji aliyekî ve dîrokî ye û ji aliyekî din ve jî civakî ye.
Her wiha xwedî bingeha siyasî ye jî ji lew re ev helwest û yekitiya li Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e û wateyek mezin didimê.
Ez piştgiriyê didim xwişk-biratî û hevbendiya gelên Kurd û Ereb çimkî bingeha wê ya dîrokî heye.
Li ser vê bingehê, me xwe bi pêş xist û me perspektîvên li ser bingeha xwişk-biratiyê û neteweya demokratîk dan.
Divê hemû wekhev bin, azad bin, bi hev re bijîn, xwe bi xwe bi rê ve bibin. Divê li ser vê bingehê wekhevî û edalet bê avakirin.
Divê Kurd û Ereb bi hev re bijîn. Ev jî bi piştgiriya we ji HSDyê ve girêdayî ye. Piştgiriya we ji HSDyê re xwedî girîngî û wateyek mezin e.
Dostên hêja,
Hûn dikarin roleke girîng û dîrokî di avakirina Sûriyeya demokratîk, ewle, yekgirtî û adil de bilîzin.
Girîng e Ereb, Kurd, Suryan-Asûrî û her kesê li ser vê xaka pîroz dijî ji bo vê biratiya dîrokî tev bigere.
Ez bi vê hêvî û baweriyê we hembêz dikim.
Careke din we tevan bi rêzdarî silav dikim
Di jiyana we de tenduristî û serkeftinê dixwazim
Silavên dostane û biratiyê.
28/7/2025
Abdullah Ocalan
Girtîgeha Îmraliyê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse