Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê bangewaziyeke bi zimanê Farisî ji bo gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir û got, “Tesîsên nukleerî yekser vala bikin.”
Piştî ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir û got, “Eger Îsraîl êrişên xwe rawestîne, em jî dê bersivdayînên leşkerî bi dawî bînin” artêşa Îsraîlê hişyariyeke balkêş li dijî Îranê weşand.
Daxuyanî ji aliyê Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ve li ser tora civakî ya Xê bi zimanê Farisî hat belavkirin.
Artêşa Îsraîlê ji hemû karmendên sivîl û leşkerî yên di tesîsên çêkirina çekên nukleerî de dixebitin xwest ku bilez deverê vala bikin.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku kesên li van saziyan an jî li derdora wan in di demeke kurt de ji herêmê dûr bikevin û heta ragihandineke din venegerin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Hişyariyeke bilez ji hemû welatiyên Îranê re. Kesên ku niha an jî di demeke nêzîk de li tesîsên çêkirina çekan li Îranê an jî li saziyên ku piştgiriyê didin van saziyan, divê ji bo ewlehiya xwe bilez ji van deveran dûr bikevin.
Eger hûn li nêzîkî van saziyan bin, jiyana we dikeve metirsiyeke cidî.”
Di hişyariya artêşa Îsraîlê de, armanckirina rasterast a kapasîteya nukleerî ya leşkerî ya Îranê bal kişand.
Bangewaziya bi Farisî ji bo agahdarkirina rasterast a raya giştî ya Îranê û pêşîlêgirtina mirina sivîlan wekî peyamekê hat belavkirin.
Birêvebiriya Îranê îdia dike ku ev sazî ji bo armancên aştiyane dixebitin û radigihîne ku êrişên Îsraîlê li dijî hiqûqa navneteweyî ne.
Îsraîlê 13ê Hezîranê êrişên berfireh li dijî bajarên cuda yên Îranê pêk anîn ku bi taybetî tesîsên nukleerî û birêvebiriya bilind a artêşê kiribû armanc.
Di bersiva Supaya Pasdaran a Îranê ya bi mûşekên balîstîk de li Îsraîlê 13 kes mirin û zêdetirî 400 kesî jî birîndar bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse