Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Îranê dîsa gelek mûşek avatîne nav axa wê û sîstema parastina asmanî wan mûşekan diteqîne.
Li gorî zanyariyan li bajarên Îsraîlê zengilên hişyariyê lê didin.
Artêşa Îsraîlê belav kir ku hinekî beriya niha, Îranê hejmarek mûşek ber bi Îsraîlê ve avêtin.
Li gorî gotina artêşa Îsraîlê sîstema parastina asmanî ji bo rûbirûbûna metirsiyan çalak e.
Artêşê Îsraîlê bangî welatiyan jî kir û got,"Em ji xelkê dixwazin ku herin penagehan û li wir bimînin.”
Artêşê her wiha amaje bi wê yekê kir ku zengilên hişyarkirinê li seranserê Îsraîlê lê diidn.
Şerê Îran û Îsraîlê ji berbanga roja înê ve berdewam dike û Îran bi taybetî fermandar û zanayên atomî yên Îranê dike armanca êrişên xwe.
Li aliyê din Îran jî mûşekên balîstik bi ser serê Îsraîlê de dibarîne.
Li gorî amarên fermî ji ber şerê her du welatan heta niha li Îranê 128 kes hatine kuştin û li Îsraîlê jî 13 kes hatine kuştin.
#VÎDEO - Dîmenên nû yên êrişa nû ya Îranê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 15, 2025
📌 Mûşek li asmanên bajarê Heyfayê yê Îsraîlê ne û piraniya wan diteqin #Israel #Iran #مشهد #iranisraelwar #Tahran #طهران #TelAviv #تل_أبي pic.twitter.com/lkvmWIrMBW
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse