Artêşa Îsraîlê: Îranê dest bi êrişeke nû kir

19-06-2025
RÛDAW
Nîşan Şerê Îran û Îsraîlê Artêşa Îsraîlê Tehran Tel Evîv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku beriya bi demekê Îranê mûşekên nû ber bi axa welatê wan ve avêtin. 

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşê de hat diyarkirin ku piştî mûşek hatine avêtin sîstemên parastina asmanî ketine dewrê. 

Artêşê bangî xelkê kir ku derbasî sitargehan bibin û heta daxuyaniyeke nû neyê dayîn ji sitargehan dernekevin. 

Piştî mûşekên hatin agirkirin di serî da bajarê Heyfayê li bakurê Îsraîlê sîrenan lê xist. 

Medyaya Îsraîlê eşkere kir ku ji 10î zêdetir mûşek hatine avêtin.

Ji berbanga 13ê Hezîranê ve şerê Îran û Îsraîlê bi tundî berdewam dike.

Îran bi dron û mûşekan êrişî Îsraîlê dike û Îsraîl jî navendên stratejîk û tesîsên atomî yên Îranê bombebaran dike. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst