Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta li Xezeyê ragihand ku di çarçoveya rêkeftina agirbest û dan û standina dîlan de, bi rêya tîmên Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) termên 45 Filistîniyan ji Îsraîlê hatine wergirtin.
Gerînendeyê Ofîsa Çapemeniyê ya Hikûmetê Îsmaîl es-Sewabite diyar kir ku term li Nexweşxaneya Nasirê ya li Xan Yûnisa li başûrê Xezeyê hatine wergirtin.
Sewabite da zanîn ku piştî naskirina terman a ji aliyê xizmên wan ve, dê ji bo veşartinê dest bi prosedurên yasayî bê kirin.
Di çarçoveya rêkeftina agirbest û dan û standina dîlan a li Xezeyê de, divê li hemberî her termê dîlekî Îsraîlî ku ji aliyê Hemasê ve tê radestkirin, Îsraîl termên 15 Filistîniyan radest bike.
Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku ji 4 termên ku Hemasê 13ê Çiriya Pêşîn radest kiribûn, 3 Îsraîlî û yek jî welatiyê Nepalê Bipin Joshi bû.
Hatibû ragihandin ku Hemasê şeva borî jî termên 4 dîlên din ên Îsraîlî radestî tîmên Xaça Sor kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse