Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku Konseya Aştiyê ya Xezeyê hatiye avakirin û endamên konseyê dê di demeke kurt de bên eşkerekirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê avakirina Konseya Aştiyê ya Xezeyê daxuyaniyek da û got:
"Ez şanaziyeke mezin bi ragihandina avakirina Konseya Aştiyê dikim.
Endamên konseyê dê di demeke kurt de bên eşkerekirin lê ez dikarim vê yekê bi teqezî bibêjim ku ev konsey, konseya herî mezin û bi prestîj e ku heta niha hatiye avakirin."
Trump da zanîn ku ew bi awayekî fermî derbasî qonaxa duyem a pêvajoya agirbesta li Xezeyê bûne û da zanîn ku di qonaxa yekem de şer rawestiyaye û alîkariyeke cidî ya mirovî gihîştiye Xezeyê.
Serokê Amerîkayê li ser birêvebiriya nû ya teknokrat a Filistînê ya ku dê were avakirin jî axivî û anî ziman:
"Wekî Serokê Konseya Aştiyê, ez piştgiriyê didim Komîteya Niştimanî ya Birêvebiriya Xezeyê ku hikûmeta nû ya teknokrat a Filistînê ye û ji aliyê Nûnerê Bilind ê Konseyê ve tê piştgirîkirin da ku di heyama veguhêz de Xezeyê bi rê ve bibe.
Ev serkirdeyên Filistînî, bi awayekî xurt girêdayî paşerojeke aştiyane ne."
Trump di berdewamiya daxuyaniya xwe de behsa rola Tirkiye, Misir û Qeterê jî kir.
Trump diyar kir ku bi piştgiriya wan welatan, ew dê dest bi pêvajoya bêçekkirina herêmê bikin ku "teslîmkirina hemû çekên Hemasê û hilweşandina hemû tunelan" jî di nav de ye.
Trump got, "Xelkê Xezeyê têra xwe êş kişand, êdî dem hatiye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse