Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gefa êrişê li Îranê xwar û got, “Tehranê vala bikin, em dest bi tevgerê dikin.”
Şerê Îran û Îsraîlê bi dijwarî berdewam dike. Îranê doh êvarî gelek mûşek avêtin Îsraîlê û Îsraîlê jî Tehran û Zencan û Meşhedan bi tundî bomberan kirin.
Îsraîlê îro jî 2 taxên nêzîkî kompleks û navendên pîşesaziyê yên parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê bomberan kirin.
Artêşa Îsraîlê li ser êrişên doh daxuyanî da û diyar kir ku 50 balafir beşdarî operasyonê bûne û asmanê Tehranê bi temahî hatiye kontrolkirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu çû Baregeha Asmanî ya Tel Nofê li wir daxuyannî da.
Benjamin Netanyahu amaje bi wê yekê kir ku êrişên welatî wî yên li Îranê dê tundtir bibin û got:
“Li cem me Îran bûye Xeze û başûrê Beyrûtê û hêza asmanî ya Îsraîlê asmanê Îranê kontrol kiriye."
Netanyahu diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên li Îran berdewam dikin û her wiha gef xwar û got, “Tehranê vala bikin, em dest bi tevgerê dikin.”
Netanyahû tekez kir ku Îsraîlê bi van êrişan du armancên sereke hene û wiha pê de çû:
Em li ser rêya serkeftinê ne. Em niha nêzîkî wê yekê bûne ku ku gefa atomî û mûşekî ji holê rakin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse