Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê avahiya Hêzên Deryayî yên Îranê û avahiya Fermandariya Polîsê Tehranê bombebaran kirin. Îranê jî 50 mûşekên balîstîk avêtin Îsraîlê.
Îran û Îsraîl êrişî hev dikin, medyaya Îranê eşkere kir ku zincîreyeke nû ya êrişên mûşekî li ser Îsraîlê dest pê kiriye.
Artêşa Îsraîlê jî ji hecwelatiyên xwe dixwaze ku biçin penagehên xwe.
Medyaya fermî ya Îranê saet 16:30î nûçeya pêleke nû ya êrişa welatê xwe belav kir li gorî medyaya Îranê 50 mûşekên balîstîk hatine avêtin.
Di heman demê de, artêşa Îsraîlê ji xelkê xwest ku biçin penagehên xwe, bi taybetî li bajarê Tel Evîvê ku di du şevên borî de armanca sereke ya êrişên artêşa Îranê bû.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku piraniya mûşekên ji Îranê hatine avêtin hatine astengkirin.
Îsraîlê diyar kir ku di saeta dawî de çend mûşek ji Îranê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piraniya mûşekan hatine astengkirin û agahiyên derbarê ketina ti mûşekê de nehatine wergirtin.
Artêşê di daxuyaniya xwe ya berê de ragihandibû ku piştî nirxandina rewşê ya ku li pey ragihandina avêtina mûşekan ji Îranê hatibû kirin hevwelatî dikarin ji penagehên xwe derkevin.
Li aliyê din, IRNAyê ragihand ku piştî ku pergala parastina asmanî ya Îranê bi serkeftî pêla sereke ya êrişên asmanî yên Îsraîlê hatine pûçkirin û Îsraîlê 5 wesayîtên bombebarkirî li Tehranê teqandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse