Îmarat destwerdanên serbazî yên Tirkiye û Îranê li Iraqê şermezar dike

18-06-2020
Nîşan Îmarat Tirkiye Îran Iraq Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îmaratê destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê û Îranê li Iraqê û Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand, “divê hemû alî pabendî bingeha cîrantiya baş bin” û nebin sedema “gefê bo ser ewlehî û aştiya li navçeyê.”

Wezareta Derve ya Îmaratê derbarê êrîşn esmanî û bejahî yên Tirkiyê û Îranê bo ser Başûrê Kurdistanê û axa Iraqê daxuyaniyek belav kir û tevî şermezarkirina êrîşên herdu welatan bo ser sînorê bakurê Iraqê, daxwaz ji wan kir ku rêz li serweriya Iraqê û prensîpên navdewletî bigirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Dewleta Îmaratê destwerdanên serbazî û bombebaranên bakurê Iraqê ji aliyê Îranê û Tirkiyê ve şermezar dike.”

Wezareta Derve ya Îmaratê herwiha diyar kiriye: “Em tekezî li ser hevahengiya navdewletî û helwesta neguher û zelal a Îmaratê, ku em hemû destwerdanan di karûbarên dewletên erebî de red dikin û di nava wan de giringiya rêzgirtin li serweriya axa Iraqa bira.”

Îmaratê herwiha destnîşan kiriye, “divê hemû alî pabendî bingeha cîrantiyeke baş bin û li ser hemûyan pêwîst e ku nebin sedema gefê bo ser ewlehî û aştiya li navçeyê.”

Di nava wan 4 rojên dawî de Tirkiyê û Îranê navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran û bombebaran kirine.

Di du rojên bihorî de Îranê, bilindahiyên gundê Alane ya ser bi bajarokê Hacî omeranê topbaran kiriye. Her duh gundeiyekê heman gundî dîmenên topbarankirina gund ji aliyê Îranê ve, ji Rûdawê re şand û ragihand, di 15 xûlekan de 10 gulleyên topê li bilindahiyên derdora gund ketin, lê ti zirarên canî jê çênebûn.

Hevdem li gel topbarana deverê ji aliyê Îranê ve, balafirên cengî yên Tirkiyê jî li esmanê deverê difiriyan û çend cih bombebaran kiribûn.

Li aliyekê din, Tirkiyê şeva Duşemê operasyoneke esmanî bo ser pêgehên PKKê yên li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, bi navê operasyona Çengê Baz pêk anî, ku Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, di wê operasyonê de wan 81 pêgeh PKKê li Başûrê Kurdistanê kirine armanc.

Herwiha roja Çarşemê jî Tirkiyê operasyoneke bejahî bi navê Çengê Piling li nav axa Başûrê Kurdistanê dest pê kir, ku li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, wan bi rêya helîkopteran hêzên xwe li devera Heftenînê peya kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst