Îraqê li ser 47 DAIŞiyên ji Fransayê daxuyanî da

19-09-2025
Nîşan Îraq DAIŞ Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Îstixbarata Niştimanî ya Îraqê ragihand ku 47 welatiyên Fransayê yên ku bi endamtiya DAIŞê tên tometbarkirin, ji herêmên bakur rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) anîne Îraqê.

Ajansê di daxuyaniyekê de diyar kir ku her 47 tometbar "endamên rêxistina terorîst a DAIŞê ne û ji aliyê dadweriya Îraqê ve tên xwestin."

Hat eşkerekirin ku hinek ji wan tometbaran "di navbera salên 2014-2017an de, di dema kontrola DAIŞê ya li ser çend parêzgehên Îraqê de, beşdarî tawanên terorîstî yên li nav Îraqê bûnei

Her wiha hat gotin ku hinekên din jî "ji derveyî Îraqê çalakiyên ku gef li ewlehiya niştimanî ya Îraqê dixwarin pêk anîne."

Ajansa Asayîşa Niştimanî ya Îraqê diyar kir ku "pêvajoya veguhestina wan a nav axa Îraqê li ser bingeha biryarên girtinê yên dadwerî pêk hatiye ku xwe dispêrin lêkolînên ku ji aliyê Ajansê ve di bin çavdêriya dadweriyê de hatine kirin û ew dê li gorî yasayên Îraqê bên darizandin."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ajans dê "li pey şopandina endamên DAIŞê yên ku li dijî gelê Îraqê tawan kirine be."

Sê rayedarên ewlehiyê yên Îraqê ku nexwest navên wan werin eşkerekirin ji Associated Pressê (AP) re diyar kiribû ku welatiyên Fransayê dê li Îraqê bi tohmeta terorê werin darizandin.

Rayedaran ragihand ku welatiyên Fransayê, berî meh û nîvekê beriya ku wan bişînin Îraqê, li navendeke desteserkirinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dihatin girtin ku nêzîkî 9 hezar gumanbarên DAIŞê lê ne.

Ev ne cara yekem e ku welatiyên Fransayê yên ku bi endamtiya DAIŞê tên tometbarkirin ji Sûriyeyê ji bo darizandinê dişînin Îraqê.

Sala 2019an jî 13 gumanbarên Fransayî bi heman awayî radestî Îraqê hatibûn kirin.

Li gorî rayedarên Îraqê, bi hezaran welatiyên Îraqê yên ku li Rojavayê Kurdistanê girtî bûn jî ji bo darizandinê hatine vegerandin.

Bi giştî ji 3 hezar û 192 girtiyên ku ji aliyê HSDyê ve radestî Îraqê hatine kirin, 724 kes bi cezayê îdamê û hezar û 381 kes jî bi cezayê heta hetayê hatine cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst