Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack ragihand ku dema êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê "gelekî xerab bû."
Barrack her wiha diyar kir ku Îsraîl dixwaze Sûriyeyê "parçebûyî û dabeşkirî" bibîne ne ku di bin kontrola dewleteke navendî ya bihêz de be.
Dîplomatê Amerîkayê Barrack li ser pêşhatên dawî yên Sûriyeyê ji Ajansa Associated Pressê (AP) re axivî.
Tom Barrack piştgiriya welatê xwe ya ji bo hikûmeta nû ya Sûriyeyê dubare kir û tekez kir ku ji bilî hevkariya bi rayedarên heyî re "Plana B" ya Amerîkayê tune ye.
Barrack destnîşan kir ku "mirin û komkujiyên ku di pevçûnên li başûrê Sûriyeyê de li her du aliyan diqewimin" nayên qebûlkirin û got, "Bi dîtina min, Hkûmeta Sûriyeyê ku ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan xwedî derfetên kêm e, çi ji destê wê tê dike."
Wî da zanîn ku Îsraîlê ji bo êrişên xwe ji Amerîkayê nepirsiye û Amerîka di vê biryarê de ne hevpar e.
Barrack tekez kir ku dema destêwerdana Îsraîlê gelekî xerab bû û wan êrişan "tevliheviyek afirand."
Nûnerê Amerîkayê Barrack anî zimên ku Îsraîl dixwaze her pêngaveke leşkerî ya li başûrê Şamê pêk were bi Tel Evîvê re were gotûbêjkirin.
Rexneya li Îsraîlê
Barrack diyar kir ku agirbesta di navbera Sûriye û Îsraîlê de tenê pevçûnên li parêzgeha Siwêdayê dihewîne û peymaneke bi sînor e.
Wî tekez kir ku peyman pirsgirêkên berfirehtir ên wekî nîqaşa bêçekkirina başûrê Şamê li xwe nagire.
Nûnerê Amerîkayê got, di hevdîtinên beriya agirbestê de, aliyan gelek hewl dane ku li ser veguhastina hêz û cebilxaneyên Hikûmeta Sûriyeyê ji Şamê bo Siwêdayê li hev bikin.
Barrack di berdewamiyê jî de got,"Dewletên neteweyî yên bihêz gef in. Bi taybetî dewletên Ereb, ji bo Îsraîlê wekî gef tên dîtin”
Dîplomatê Amerîkî amaje bi wê yekê jî kir ku hemû pêkhateyên li Sûriyeyê dê avahiyeke navendî tercîh bikin.
"Amerîka ji welatan re nabêje çi bikin"
Barrack di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi hevdîtina xwe ya bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir.
Li gorî gotina Barrack tundûtûjiya li Siwêdayê dê zererê nede dan û standinên di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê û dibe ku di hefteyên pêş de werçerxanek çêbibe.
Nûnerê Amerîkayê Barrack derbarê îhtimala piştgiriya parastinê ya Tirkiyeyê ji Sûriyeyê re jî kir ku Amerîka li hemberî peymaneke parastinê ya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de xwedî "ti helwestekê" nîne û got, "Ne karê Amerîkayê ye û ne jî berjewendiya wê heye ku ji welatên derdorê re bibêje divê çi li hemberî hev bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse