Çar ciwanên Rojavayê Kurdistanê li zîndaneke Iraqê hatin berdan

21-10-2022
RÛDAW
Ciwanê ji Kobaniyê, Fîras Mistefa
Ciwanê ji Kobaniyê, Fîras Mistefa
Nîşan Rojava Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çar ciwanên Rojavayê Kurdistanê ji zîndaneke Mûsilê hatin berdan.

Piştî 2 meh û 12 rojan, 4 ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê ku li Mûsilê girtî bûn, hatin berdan.

Ew ciwan ji Kobanî, Amûdê, Dirbêsiyê û Reqayê ne.

Fîras Mistefa yek ji wan ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê ji nûçegihana Rûdawê Helebja Sadûn re got, roja 8ê Tebaxa îsal ew ji Kobanî û 3 ciwanên din ji Reqa, Amûdê û Dirbêsiyê, bi qaçaxî ji bo kar derbasî Iraqê bibûn.

Fîras Mistefa da xuyakirin, ew ji aliyê hêzên Heşda Şeibî ve li nahyeya Sinûnê ya ser bi Şingalê ve hatin girtin û piştî heftiyekê ji desteserkirinê, ew ji bo zîndaneke Mûsilê hatin şandin.

Fîras herwiha got, piştî mehekê ji girtinê nûnerekî Neteweyên Yekbûyî (NY) serdana wan kiriye û navên wan tomar kiriye, piştî meheke din formên NY ji bo wan anîne û roja Pêncşembê 20ê Cotmehê jî ew hatin berdan.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst