Barrack ji bo rola wî ya derbarê Kurdên Rojavayê Kurdistanê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir

21-10-2025
Nîşan Thomas Barrack Nêçîrvan Barzanî Rojavayê Kurdistanê Spasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack ji bo rola wî ya derbarê Kurdên Rojavayê Kurdistanê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack îro bi telefonê axivîn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di pêwendiyê de her du aliyan rewşa Sûriyeyê û rûdanêm dawî yên li herêmê gotûbêj kirine.

Di vê çarçoveyê de "her du alî hemfikir bûne ku divê pirsgirêkên li herêmê bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê bên çareserkirin."

Thomas Barrack: Rola xwe ya erênî bidomîne

Her wiha amaje pê hat kirin ku "Barrack spasî û pesnê xwe ji bo rola Serok Nêçîrvan Barzanî û hevkariya wî ya di çareserkirina pirsgirêkên Kurdên Sûriyeyê yên li gel Şamê de ducare kir û daxwaz kir ku rola xwe ya erênî bidomîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst