Reqa (Rûdaw) - Ji bo12emîn salvegera koçberkirina xelkê Şehbayê, li bajarê Reqayê bi dirûşma "Veger maf e, nayê jibîrkirin û dev jê nayê berdan" komxebateke siyasî hat lidarxistin.
Di komxebatê de ku nêzîkî 100 kes beşdar bûn, nûnerên herêmên wekî Bab, Ezaz, Cerablus, Til Eran, Til Hasil û Minbicê amade bûn.
Her wiha gelek kesayet, saziyên siyasî û nûnerên civaka sivîl ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beşdarî komxebatê bûn.
Beşdaran tekez kirin ku ew dê li hemberî planên guhertina demografiyê rawestin û daxwaza vegera ewle ya ji bo warên xwe kirin.
“Ev zîhniyeta guhertina demografiyê nayê qebûlkirin”
Yek ji koçberan Cuma Kalo di komxebatê de axivî û peyamek şand:
“Em dixwazin peyamekê bigihînin wan kesên ku dixwazin siyaseta guhertina demografiyê li Şehbayê bimeşînin.
Em dibêjin ev zîhniyeta koçberiyê û guhertina demografiyê nayê qebûlkirin.
Bîranînên me hîn li gund û axa me ya Şehbayê ne û em ji bo vegerê amade ne.”
“Bila dengê me bigihêje Neteweyên Yekbûyî”
Koçber Îsmaîl Mûsa jî xwest ku mafê wan ê vegerê were parastin û dengê wan bigihêje civaka navneteweyî:
"Em bi hêvî ne ku dengê me bigihêje hemû aliyên pêwendîdar, Neteweyên Yekbûyî, hêzên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta demkî ya Şamê.
Divê ew li hemberî xelkê me yê ku bi zorê hatiye koçberkirin, bi berpirsyariya xwe ya mirovî û exlaqî rabin.
Em hêvî dikin ku ev daxwaza gelê me bi cih were û êş û azarên wan bi dawî bibin.”
“Divê hikûmeta veguhêz bi berpirsyariya xwe rabe”
Endama Komîteya Amadekar a Komxebatê Cîhan Xidro jî bang li hikûmeta nû ya Sûriyeyê kir ku berpirsyariyên xwe yên li hemberî koçberan bi cih bîne û got:
"Îro doza koçberan divê di her qadeke siyasî de mijareke sereke be. Em hikûmeta veguhêz wekî berpirsa koçberan dibînin û divê ew ji bo vegera ewle ya koçberên Cerablus, Bab, Til Eran, Til Hasil, Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê û hemû kesên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne, bi awayekî cidî kar bike."
Di dawiya komxebatê de encamnameyek hat weşandin.
Di encamnameyê de biryar hat dayîn ku ji bo amadekirina nexşerêyeke vegera ewle komîteyeke şopandinê were avakirin.
Her wiha hat xwestin ku binpêkirin bên belgekirin û ji aliyên navneteweyî re bên pêşkêşkirin.
Di heman demê de bang li Rêveberiya Xweser jî hat kirin ku berpirsyariya koçberên Şehbayê bigire ser milê xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse