Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ragihand ku welatê wî, Fransa û Brîtanya (E3) difikirin ku hefteya bê wezîrên xwe yên karên derve bişînin Îsraîlê.
Ev daxuyanî di demekê de hat ku ji ber krîza mirovî ya li Xezeyê zextên navneteweyî zêde dibin.
Merz ev daxuyanî li Berlînê di civîneke çapemeniyê ya hevpar li gel Şahê Urdunê Abdullahê 2yem de da.
Friedrich Merz got, “Ihtimal heye ku em hefteya bê roja pêncşemê ji wezîrên karên derve yên Fransa, Brîtanya û Almanyayê bixwazin ku bi hev re biçin serdana Îsraîlê.
Em dixwazin bi vê serdanê helwesta hevpar a her sê hikûmetan ragihînin.”
Li Xezeyê karesata mirovî di rojevê de ye
Di şerê Xezeyê de ku nêzîkî 22 mehan e berdewam dike, sê welatên sereke yên Ewropayê dubare bangî Îsraîlê dikin ku bi lezgînî rê bide gihandina alîkariyên mirovî.
Hefteya borî Almanya, Fransa û Brîtanyayê daxuyaniyeke hevpar dabû û anîbû zimên ku divê demildest dawî li “karesata mirovî” ya li Xezeyê were.
Merz tekezî li ser wê yekê kir ku divê Hikûmeta Îsraîlê êdî bikeve tevgerê û got:
“Em hêvîdar in ku Hikûmeta Îsraîlê amade be qebûl bike ku êdî divê tiştek were kirin.”
Li ser pirsa “Çima Almanyayê ew daxuyaniya hevpar a ku zêdetirî 20 welatan îmze kiribû û tê de banga agirbesta demildest dihat kirin îmze nekir?”, Merz bi bîr anî ku wan wekî welatên E3yê (Brîtanya, Fransa û Almanya) 25ê Tîrmehê daxuyaniyeke hevpar daye.
Merz diyar kir ku daxuyaniya wan a hevpar a wekî E3yê, ji daxwazên endamên din ên Yekîtiya Ewropayê yên ji bo Hikûmeta Îsraîlê ne cuda ye.
Serokwezîr Merz got, "Îhtimal heye ku em hefteya bê roja pêncşemê ji wezîrên karên derve yên Fransa, Brîtanya û Almanyayê bixwazin ku bi hev re biçin Îsraîlê û helwesta van 3 hikûmetan pêşkêş bikin."
Almanya dê bi rêya hewayî korîdoreke alîkariyê veke
Almanyayê li gel Urdinê dest bi xebatan kir da ku bi rêya hewayî alîkariya mirovî bigihîne Xezeyê.
Wezareta Parastinê ya Almanyayê ragihand ku wan du balafirên bar ên cureyê A400M îro ber bi Urdnê ve bi rê ketine û plan dikin ku roja çarşemê alîkariyê berdin ser Xezeyê.
Hat diyarkirin ku alîkarî bi awayekî ku pêdiviyên lezgîn ên wekî xwarin û dermanan pêk bîne hatiye amadekirin.
Şahê Urdinê Abdullahê 2yem jî ji ber hewldana alîkariyê ya Almanyayê spas kir û tekez kir ku ne bes e ku alîkarî tenê li ser sînor bên danîn, divê bigihêjin nava Xezeyê jî.
Îsraîlê ji Adara 2025an ve dorpêçeke berfireh danîbû ser Xezeyê û ji bo ketina alîkariyên mirovî astengiyên mezin derdixistin.
Lê belê di encama zextên navneteweyî de Hikûmeta Îsraîlê vê hefteyê ragihand ku ew qebûl dikin korîdoreke alîkariyê ya bisînor vekin.
Ev bipêşketin ji bo saziyên alîkariyê yên li herêmê ji bo ku karibin li Xezeyê xwarinê belav bikin, xwedî girîngiyeke mezin e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse