Artêşa Îsraîlê: Êrişên li Tehranê dê dewam bikin

23-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku ku êrişên li Tehrana paytexta Îranê dê dewam bikin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê bi Erebî û Farisî daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniya ku bi sernava "Peyama hişyariyê ya artêşa Îsraîlê ji bo niştecihên Tehranê" hat parvekirin de hat gotin artêş dê êrişên xwe yên li ser hedefên leşkerî yên li herêma Tehranê bidomîne.

Avichay Adraee bangî xelkê Tehranê kir û got:

"Ji bo ewlehiya xwe ji tesîsên hilberîna çekan û baregehên leşkerî dûr bisekinin."

Her wiha Ji niştecihên Tehranê hat xwestin ku ew ji saziyên ewlehiyê yên rejîmê jî dûr bisekinin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst