Pence: Barzanî pêşwazî li biryara Trump a ‎mana serbazên Amerîkayê li Sûriyê kir

23-11-2019
RÛDAW
Cîgire Serokê Amerîkayê Mike Pence îro serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir
Cîgire Serokê Amerîkayê Mike Pence îro serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir
Nîşan Amerîka Mike Pence Nêçîrvan Barzanî Rojvayê Kurdistanê Iraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Cîgire Serokê Amerîkayê Mike Pence îro serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir û di serdana xwe de got: “Tişta îro min ji Serok Barzanî û herwiha serokwezîr bihîst, ew e ku wan pêşwazî li biryara Trump a derbarê mana serbazên Amerîkayê li Sûriyê de kir.”

Cîgire Serokê Amerîkayê Mike Pence li navenda leşkerî ya Esed li Enbarê ji fermandarên artêşa Amerîka re axivîn û ragihadn ku wan li herêmê serkevtineke mezin bidest xistine.

Mike Pence wiha axivî: “Dema em li wan pêşketinan difikirin ku serbaz, hêza esmanî û marênzan di dema wê sala derbasbûyî ‎de bi awayekî serkeftî li wê navçeyê bidest xistine, dibînin bi rastî destkefteke mezin e. Di dema çend ‎salên borî de DAIŞê dest danîbû ser axake zêde li Sûriye û Iraqê, lê hêzên me bi hevahengiya ligel ‎hevpeymanên me ev yek berevajî kirin. Adara îsal bi hevkariya hêzên me li Hewlêr û li Binkeyê Esed, ‎me navçeya herî dawî ya jêr destê DAIŞê kontrol kir, mehek berî niha serkirdeyê DAIŞê ji aliyê hêzên ‎Amerîkayê ve hat jinavbirin. Ji ber van hewldanan cîhan aramtir e, Amerîka aramtir e, navçe jî aramtir ‎e, hatime vê derê daku piştrast bikim ji wêya ku ji wan re bibêjim ka Amerîka çiqasî spasdarê xizmetên ‎we ye.”

Derbarê axavtina ligel Serokwezîrê Iraqê Adi Ebdulmehdî de ku bi rêya telefonê pêk aniye got: “Dixwazim li ser wê axaftina min a ligel Adil Ebdulmehdî zanyariyan bidim we, em li ser wan ‎aloziyan axifîn ku di dema çend hefteyên borî de li Iraqê serî hildane, wan ez piştrast kirim ku xwe ji ‎bikaranîna tundûtûjiyê dûr bixin, di demekê de diaxifin ev tundûtûjî li Îranê jî diqewimin, wî peyman da ‎min ku kar dikin ji bo wêya di çarçoveya proseya ‎demokrasiyê de li Iraqê, xwepêşanderan diparêzin, ‎rêzê li wan digirin ku bi aştiyane ‎xwepêşandanê dikin.

Min ew teşwîq kirin ku guh li xwepêşander û ‎daxwazên wan ên bo reforman bê girtin. Ev çend mijar ‎bûn û ez û serok Barzanî li ser wan axifîn. ‎Hevbeşiyeke me ya bihêz ligel gelê Iraqê heye, di şeran de ‎me bi hev re şer kiriye û me Iraq ji destê ‎dîktatoriyê rizgar kiriye, me ligel hevpeymanan xwe Iraq careke din ‎ji destê DAIŞê rizgar kir, herwek ‎çawa min serokwezîr Adil Ebdulmehdî û li vê derê jî li Herêma Kurdistanê ji serok Barzanî re ‎got ku ‎Amerîka amade ye hevbeşiya ligel wan bihêztir bike daku piştrast bin hikûmetên wan daxwazên ‎xelkê ‎cîbicîh dikin, ev jî bo jiyaneke pir li asayîş û debareke baş a demdirêj.”

Pence hewiha ‎pêbendbûna Amerîkayê bi serwerî û serbixwebûna Iraqê tekez kir û wiha pê de çû: “Em berdewam dibin li ‎nîgeranbûna destêweradana nexwestî ya Îranê li seranserê Iraqê. Helwêsta Serok Trump gelekî zelal ‎bûye li ser wêna, ez jî ligel Adil Ebdulmehdî û ligel serkirdayetiya Herêma Kurdistanê li ser vê yekê axifîn, ‎ev tenê bo wêya piştrast bin. Pêbendbûna me ligel xelkê Iraqê ye. Em dixwazin piştrast bin ku xelkê ‎Iraqê dûr in ji destêwerdana Îranê û herwiha rêzê jî li deng û daxwazên xelkê tê girtin.”‎

Di beşeke din a axavtina xwe de Cîgerê Serokê Amerîkayê dibêje: “Tişta îro min ji Serok Barzanî û herwiha serokwezîr bihîst, ew e ku wan pêşwazî li biryara Trump a ‎derbarê mana serbazên Amerîkayê li Sûriyê de kir, daku asayîşa wan bîrên petrolê biparêzin û nehêlin ‎bikevin destê DAIŞê, Îran an jî rejîma Sûriyê, lê bo wê yekê ye ew çavkaniyên petrolê berdest bin bo ‎xelkê Kurd li Sûriyê. Ez kêfxweş im bi bihîstina vê ji Serok Barzanî ku tedbîrên serok Trump çawa wiha ‎kirin ku Tirkiye pêbendê agirbestê be, ev jî piştî serdana şanda me mehek berî niha bo Enqerê. ‎Têgehiştina min ew e ku niha hêzên me li navçeyê û li esman hatine belavkirin, hêzên Kurdî û Hêzên ‎Sûriyeya Demokratîk, herwiha xelkê Kurdên Herêma Kurdistanê wê yekê bizanin ku gelê Amerîkayê ‎ligel we ye. Ev ew hevpeyman in ku mil bi mile me şer kirine, gelek qurbanî di şerê DAIŞê de dane, ne ‎tenê li Iraqê li Sûriyê jî. Ew jî dizanin ku di demekê de Serok Trump pêdagir e li ser wêya serbazan ‎vegerîne welat û ji navçeya sînorî ya navbera Sûriye û Tirkiyê  dûr bixe, pêgeha me li Sûriye û li Iraqê ‎dimîne, ev jî karvedana hevbeşiyeke me ya bihêz e ligel gelê Iraq û gelê Kurd li Iraq û Sûriyê.”‎

‎Pence piştevaniya Amerîkayê bo hêzên Kurdî tekez kir û got: “Bawer nakim ti şiroveyeke şaş di nav serkirdayetiya Herêma Kurdistanê de ‎hebe, peywendiyên Serok Trump ligel hevpeymanên wî li Iraqê, ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk û ‎hêzên Kurdî ku di bereya me de ne, ti guhertinek bi ser de nayê. Serok Trump herdem bi pey ‎derfetekê de digere ku serbazên me vegerînin welat, em dixwazin wan jin û mêran ji metirsiyê ‎dûrbixin. Lê em bo hevpeymanên xwe yên li navçeyê jî tekez dikin ku Trump dibêje, yên ku di bereya ‎me de şer kirine, piştgiriya me bo wan berdewam dibe. Hewla wan jî bo rexsandina aramî û jiyaneke ‎xweş armanca me ya berdewam e, lê dikarin wê bibêjim bi wêya ligel Serok Barzanî û tîmê wî axifî ne, ‎ew dizanin ku gelê Amerîkayê ligel wan e, berdewam dibin li ser girîngîpêdana wan peywendiyên ‎demdirêj ligel hemû gelê Iraqê û Herêma Kurdistanê. Em wê yekê jî dilniyayiyê didin ku destê Hêzên ‎Kurdî digihe wan çavkaniyên petrolê û bikaranîna wan jî di berjewendî û asayîşa wan de ye.”‎

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst