Hewlêr (Rûdaw) - Nuh Yilmaz bû Balyozê Tirkiyeyê yê Şamê.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ji bo hinek balyozxane û nûnertiyên derve yên Tirkiyeyê tayînkirinên nû ragihandin.
Di vê çarçoveyê de Alîkarê Wezîrê Karên Derve Nuh Yilmaz bû Balyozê Tirkiyeyê yê Şamê.
Bi vî awayî piştî 13 salan cara yekem ji bo Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Şamê tayînkirineke di asta balyoz de hat kirin.
Piştî destpêkirina şerê navxwe yê li Sûriyeyê, Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Şamê 26ê Adara 2012an çalakiyên xwe rawestandibûn û personelên balyozxaneyê û malbatên wan vegeriyabûn Tirkiyeyê.
Piştî guherîna hevsengiyên siyasî yên li Sûriyeyê, Tirkiyeyê piştî 12 salan Balyozxaneya Şamê ji nû ve vekiribû û Kanûna Pêşîn a 2024an Balyozê berê yê Nuakşotê Burhan Koroglu wekî meslehatguzar (berjewendîparêz) tayîn kiribû.
Nuh Yilmaz sala 1974an li Stenbolê ji dayîk bûye û di warên perwerde, medya, akademî, îstixbarat û diplomasiyê de xwedî tecrube ye. Zewicî ye û bavê du zarokan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse