Hemas dê 4 dîlên Îsraîlî berde

25-01-2025
RÛDAW
Nîşan Hemas Îsraîl Agirbest Berdana Dîlan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê ragihand ku ew 4 leşkerên jin ên Îsraîlî radestî Îsraîlê bikin.

Îsraîlê jî da zanîn ku wan navên wan 4 dîlan wergirtine.

Berdevkê Hemasê Ebû Ubeyde da zanîn:

“Di çarçoveya rêkeftina bihevguherîna dîlan, Ketîbeyên Qesamê biryar da ku 4 leşkeran jin berde.”

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu jî ragihand ku wan bi rêya navbeynkaran navên 4 dîlan wergirtine.

4 dîlên ku dê werin berdan Karina Ariv, Nama Levi, Daniela Gilboa û Leary Albag in.

Li Xezeyê 19ê mehê agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de dest pê kir.

Hemasê 3 jinên dîlên Îsraîlî berdan û radestî Xaça Sor a Navneteweyî kirin.

Li hemberî vê yekê, Îsraîlê 90 girtiyên Filistînî ku piraniya wan jin û zarok bûn ji girtîgehan derxistin û berdan.

Li gorî rêkeftinê, divê Îsraîl ji deverên sivîlan vekişe û deriyê alîkariyên mirovî veke.

Ev qonaxa yekem a agirbestê ye ku dê 42 rojan berdewam bike.

Di vê qonaxê de dê Hemas 33 dîlan berde.

Her du alî dê di qonaxa yekem de dan û standinan bikin da ku li ser qonaxa duyem li hev bikin ku rawestandina yekcarî ya şer e û piştre jî avakirina herêmê ye.

Agirbesta Xezeyê 15ê mehê li Dohayê bi navbeynkariya Qeter, Misir û Amerîkayê hat ragihandin.

Şerê li Xezeyê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan dest pê kir û Hemasê nêzîkî 250 kes wekî dîl girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst