Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê li Xezeyê di çarçoveya peymanê de 154 Filistînî berdan.
Hat ragihandin ku Îsraîlê ew Filistînî şandine Misirê û dê li wir di bin tedbîrên ewlehiyê yên tund de li otelekê werin ragirtin.
Piraniya kesên ku hatine berdan ji aliyê dadgehên Îsraîlê ve bi hincetên wekî "kuştin, endamtiya rêxistina terorê û sûcên din ên tundiyê" cezayê heta hetayê li wan hatibû birîn.
Yek ji wan kesên ku hatiye berdan, Murad Ebû Rûbê 45 salî ye ku bi îdiaya endamtiya komeke çekdar 20 salên xwe di girtîgehên Îsraîlê de derbas kirine.
Ebû Rûbê ku xelkê bajarê Cenînê ye got:
"20 sal in ez ji malbata xwe dûr im. Niha ez azad im lê tiştek neguheriye.
Ez hîn jî nikarim dê û birayên xwe bibînim."
Piştî agirbesta ku 10ê Çiriya Pêşîn ket meriyetê, Hemasê hemû dîlên di destê xwe de berdan û Îsraîlê jî nêzîkî 2 hezar girtiyên Filistînî berdan.
Piraniya kesên ku hatin berdan vegeriyan Xeze û Şerîeya Rojava lê yên ku cezayê heta hetayê standibûn şandin Misirê.
Hikûmeta Misirê li ser Filistîniyên ku birine welatê xwe ti daxuyanî nedane û çarenivîsa wan kesan ne diyar e.
Kamîl Ebuhanîşê ku 22 salên xwe di girtîgehên Îsraîlê de derbas kirine, kêfxweşiya xwe ya ji ber berdana xwe anî ziman û diyar kir ku şert û mercên girtîgehan piştî 7ê Çiriya Pêşîn xirabtir bûne û got:
"Berî bûyeran di girtîgehê de azadiya me zêdetir bû, me dikarî werzişê bikin, bixwînin û li hev bicivin.
Pişt re wan balîf û lihêfên me jî birin."
Rêxistinên mafên mirovan ên Filistînî û navneteweyî diyar dikin ku di girtîgehên Îsraîlê de binpêkirinên mafan ên berbelav hene lê rayedarên Îsraîlê didin zanîn ku hemû kiryar di çarçoveya yasayê de ne.
Li gorî amarên Birêvebiriya Filistînê, li girtîgehên Îsraîlê nêzîkî 11 hezar girtiyên Filistînî hene.
Çarenivîsa 154 Filistîniyên ku hatine berdan hîn jî ne diyar e.
Tê gotin ku Qeter mesrefên wan kesan ên li Misirê dide û di rojevê de ye ku wan bibin Qeter, Tirkiye, Pakistan an jî Malezyayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse