Wezîrê Berevaniyê Tirkiyê Hulusi Akar duh Şemiyê 26ê Kanûna 2020an bi şandeke leşkerî çûbû Lîbyayê
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê Tirkiyê Hulusî Akar li ser gotinên li dijî Tirkiyê bersiv da Serokê Artêşa Netewî ya Lîbyayê General Xelîfe Hefter û got “Di her hewldana êrişek li ser pêkhateyên Tirkiyê , dê pêkhateyên Hafter li her deverê wekî hedefên rewa werin dîtin.”
Wezîrê Berevaniyê Tirkiyê Hulusi Akar duh Şemiyê 26ê Kanûna 2020an bi şandeke leşkerî çûbû Lîbyayê. Hulusî Akar li wê derê bi hêzên girêdayî Hêzên Çekdarên Tirkiyê re hevdêtinek pêk anî û got “Ji bo maf û berjewnedyê Tirkiyê biparêzin, em çalakiyên xwe bi biryarî didomînin.”
Hulusî Akar, Hafter wek berbiprsê aloziya Libayayê dest nîşan kir û wiha axivî “Li Lîbyayê grûba Hafter û yên pişgiriyê didin wan pirsgirêka bingehîn in. pirsgirêk ji vê derê dertê.”
Akar di derbarê pêvajoya siyasî ya Lîbyayê de jî got: “Kesên ku berê ne di holê de bûn, niha li gor xwe hewl didin jixwe re rol werbigrin û perçeyek erd bigrin. Divê ev li ber çavan bên girtin. Em wek Tirkyê her tim dibêjin Lîbya ya Lîbyayiyan e.”
Di derbarê Operasyona Îrînî de jî rexneyên xwe anî ziman û got: “Bêyî hevkarî û koordînasayona bi hikûmeta rewa ya Lîbyayê û bêyî biryayerke zelal a Netewên Yekbûyî operasyonek destpêkiribûn. Ev Yekalî bûn,alîgir û rewaya wê oprastpnê cihê nîqaşê ye. Lewma ew yek nayê qebûlkirin.”
Berya ku Akar biçe Lîbyayê Xelîfe Hafter di 69emîn salvegera damezirandina Libyayê de gef li Tirkiyê xwaribû.
Serokê Artêşa Netewî ya Lîbyayê General Xelîfe Hefter li dijî Tirkiyê bang li hêzên xwe kir û gotibû; “Ez bang li hemû hêzên me dikim ku amade bin ji bo şerê li dijî hêzên Tirk ên li Lîbyayê.”
Serokê Artêşa Netewî ya Lîbyayê General Xelîfe Hefter li ser 69emîn salvegera serxwebûna Lîbyayê gotarek pêşkêş kir û gotibû “Heta ku li welatê me dagirkerek hebe dê aşitî çênebe. Ji ber vê yekê ji bo ku em aştiya xwe bi destên xwe çêbikin em dê dîsa çekan hilînin.”
Hefter Tirkiyê wek “dagirker” pênase kir û gotibû: “Madem Tirkiye aştiyê red dike û şer tercîh dike, wê demê em amadekariyê dikin ku dagirker bi bawerî, îrade û çeken xwe biqewirinîn.”
Hefter amaje bi Tirkiyê kiribû ku “Du rê li ber dijminên mêtinger hene: an bi awayek aştiyane an jî bi zorê bê qewirandin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse