Îsraîl bi operasyona li ber deriyê Şamê li pey çi bû?

28-08-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Şam Sûriye Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê li nêzîkî Şamê operasyoneke bejayî li dar xist. Armanca operasyonê baregeheke leşkerî bû ku du roj li ser hev hatibû bombebarankirin.

Ev pêngav û operasyon di dema gotûbêjên ji bo kêmkirina aloziyan de, yên ku bi navbeynkariya Amerîkayê dihatin meşandin pêk hat.

Di operasyonê de helîkopter û balaforên şer jî hatin bikaranîn.

Hat îdiakirin ku "amûrên pêşketî yên guhdarîkirinê" hatine desteserkirin û her wiha hişyarî Tirkiye jî hatiye hişyarkirin.

Zincîreya êrişên Îsraîlê

Medyaya dewleta Sûriyeyê ragihand ku Îsraîlê 26ê Tebaxê yekem car êrişî wê baregehê kiriye û di êrişê de leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin.

27ê Tebaxê jî careke din êrişeke asmanî li heman deverê hat kirin.

Operasyona bejayî ya şeva 27ê Tebaxê jî wekî berdewamiya van êrişên asmanî bû.

Çavkaniyên artêşa Sûriyeyê ragihand ku tîmeke artêşa Îsraîlê li başûrê rojavayê Şamê li ser girekî stratejîk ji esman daketiye û piştî operasyoneke du saetî ji herêmê vekişiyaye.

 Li gorî çavkaniyekê, çar helîkopter, du balafirên şer û bi dehan leşker beşdarî operasyonê bûne.

Amûrên hatine desteserkirin û îdiayên Îsraîlê

Çavkaniyeke Îsraîlî ji kanala El Arabiyayê re îdia kir ku di operasyonê de "amûrên guhdarîkirinê yên gelekî pêşketî" hatine desteserkirin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku ev amûr tenê di destê Amerîka û Îsraîlê de hene û zêdetirî 10 sal in li Sûriyeyê dihatin bikaranîn.

Berpirsê Îsraîlî diyar kir ku operasyon "ji bo ewlehiya Îsraîlê gelekî pêwîst bû" û leşkeran "kelûpelên veşartî û bi xeter" rizgar kiriye.

Hişyarî û tometên li dijî Tirkiyeyê

Di daxuyaniyên berpirsên Îsraîlê de hat îdiakirin ku "amûrên Tirkî" yên ku vê dawiyê "bi armanca sîxuriyê" li herêmê hatibûn bicihkirin jî hatine têkbirin.

Berpirsê Îsraîlî yê ku ji Al Arabiya re axivibû got, “Me Hikûmeta Şer hişyar kir ku bi agir nelîze û guh nede fermanên Tirkiyeyê.”

Berteka Sûriyeyê: Ev binpêkirina yasayên navneteweyî ye

Hikûmeta Sûriyeyê êrişên dawî yên Îsraîlê şermezar kir. Şamê ev "pêkanînên êrişkar" wekî "binpêkirineke eşkere" ya Peymana NY, yasayên navneteweyî û biryarên Encumena Ewlehiyê bi nav kir û tekez kir ku ev yek "gefeke rasterast e li ser aştî û ewlehiya herêmê."

Girên Golanê û gotûbêjên siyasî

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ew nûçeyên ku digotin Îsraîl amade ye dev ji girên stratejîk berde, wekî "nûçeyên bi temamî derew" bi nav kir.

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer piştrast kiribû ku hikûmeta wî ji bo peymaneke ewlehiyê ya bi Îsraîlê re di nav gotûbêjên "pêşketî" de ye.

Hebûna Îsraîlê ya li herêmê

Piştî rûxandina rejîma Esed, artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê li 9 xalan bi cih bû.

Hêzên Îsraîlî heta 15 kîlometreyan dikevin kûrahiya axa Sûriyeyê da ku dest deynin ser wan çekên ku dibe bibin gef li ser wan.

Îsraîl ji Hikûmeta Sûriyeyê bawer nake û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî ragihand ku leşkerên wan dê ji bo parastina bakurê welêt li Sûriyeyê bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst