Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiriye ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dixwaze bi Hemasê re dan û standinan bike da ku dîlên li Xezeyê vegerîne.
Li gorî planê, dê dîl werin berdan, serkirdeyên Hemasê bên dersînorkirin û di pêşerojê de çareseriya du-dewletî were nîqaşkirin.
Di heman demê de Trump doza betalkirina dozên gendeliyê yên li dijî Benjamin Netanyahu dike.
Donald Trump û rêveberiya wî, hewldanên xwe ji bo bidawîkirina şerê li Kerta Xezeyê û pêkanîna agirbestekê di navbera Îsraîl û Hemasê de zêde kirine.
Serokê Amerîkayê ragihand ku ew bawer dike di nava hefteyekê de agirbest pêkan e û destnîşan kir ku Benjamin Netanyahu bi niyeta vegerandina dîlên li Xezeyê ji dan û standinê amade ye.
Li gorî raporên çapemeniyê yên Îsraîlê, Trump û Wezîrê Karên Derve Marco Rubio bi Netanyahu û Wezîrê Kar û barên Stratejîk Ron Dermer re axivîne û ji bo bidawîkirina şer di nav "du hefteyan" de gihiştine lihevkirinekê.
Rojnameya Yisrael Hayomê radigihîne ku li gorî vê lihevkirinê, dê dîlên di destê Hemasê de werin berdan û ew serkirdeyên Hemasê yên ku sax mane, dê ji bo welatên din bên dersînorkirin.
Her wiha, wekî beşek ji peymaneke berfirehtir Îsraîl bi mercê ku di nav desthilata Filistînê de reform werin kirin amadehiya xwe nîşan daye ku di paşerojê de li ser çareseriya du-dewletî gotûbêjan bike.
Ev hewldan di demekê de tên ku zextên navxwe jî li ser Hikûmeta Îsraîlê zêde dibin.
Berpirsên payebilind ên artêşa Îsraîlê ragihandine ku operasyona bejayî ya li Xezeyê ber bi dawîbûnê ve diçe û berdewamkirina wê jiyana dîlan dixe xeterê.
Ev daxuyanî piştî xwenîşandanên bi hezaran Îsraîlî hat ku daxwaza vegerandina 49 dîlên xwe kirin.
Piştgiriya Trump a ji bo Netanyahu
Ev hewldanên dîplomatîk di demekê de ne ku têkiliyeke xurt a siyasî û kesane di navbera Donald Trump û Netanyahu de heye.
Serokwezîr Netanyahu li ser hesabê xwe yê Xê spasiya Trump kir û got, "Careke din spas Donald Trump." Wî her wiha got, "Em dê bi hev re Rojhilata Navîn ji nû ve mezin bikin."
Ev spasiya Netanyahu piştî daxuyaniya Trump a di 26ê Hezîranê de hat ku tê de careke din xwestibû dozên gendeliyê yên li dijî Netanyahu ku ji sala 2019an ve berdewam dikin, werin betalkirin.
Trump rewşa Netanyahu şibandibû dozên li dijî xwe got, "Em dê rê nedin vê yekê."
Serokwezîrê Îsraîlê ji sala 2019an ve bi tohmetên wekî “bertîl, sextekarî û îstismarkirina erkê” tê darizandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse