DEM Partî: Em piştgiriyê didin lihevkirina HSD û Şamê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan DEM Partî HSD Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li ser lihevkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêvebiriya Şamê got, “Em ji lihevkirina HSD û birêvebiriya Şamê kêfxweş in û piştgiriyê didin wê.”

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan daxuyaniyeke nivîskî têkildarî lihevkirina HSD û birêvebiriya Şamê belav kir û kêfxweşiya xwe anî zimên

Hatîmogûllari û Bakirhan diyar kir ku ew spasiyên xwe pêşkêşî welat, sazî, şexsiyet û gelên ku ji bo vê peymanê hewl dane dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Em dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku ji ber lihevkirina HSD û birêvebiriya Şamê ya li Sûriyeyê kêfxweş in.

Her wiha em berxwedana hemû kesên ji roja ewil ve li her çar aliyên cîhanê daketin qadan silav dikin.”

"Îradeya Rojava ji bo me esas e"

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê da zanîn ku ji bo ev pêvajo bi ser bikeve, ew dê wekî partî piştevaniya xwe bi biryardarî bidomînin û got:

"Îradeya Rojava ji bo me esas e. Ya dikeve ser milê me ew e ku piştgiriyê bidin biryarên hatine dayîn."

"Çareserî bi rêya gotûbêjan dibe"

Hatîmogullari û Bakirhan bal kişand ser girîngiya diyalogê û got:

"Em meyla wan a ji bo dan û standinan û sekna wan a li ser maseyê pîroz dikin.

Me her tim got ku pirsgirêk dikare bi rêya dan û standin û gotûbêj were çareserkirin. Em îro jî heman tiştî diparêzin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst