Heyetên Sûriye û Îsraîlê dê li Azerbeycanê bicivin

30-07-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Azerbaycan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dîplomatekî ragihand ku biryar e sibe şandeyên Îsraîl û Sûriyeyê ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên ewlehiyê yên li başûrê Sûriyeyê dê li Azerbeycanê bicivin.

Çavkaniyeke dîplomatîk ragihand ku biryar e sibe şandeya Sûriyeyê ya bi serokatiya Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî û şandeya Îsraîlê ya bi serokatiya Wezîrê Kar û Barên Stratejîk Ron Dermer li Bakuya paytexta Azerbeycanê bicivin.

Ev civîn piştî bûyerên li parêzgeha Siwêdayê duyemîn civîna di navbera şandeyên Sûriye û Îsraîlê de ye ku civîna yekem hefteya borî li Parîsê hatibû lidarxistin.

Li gorî heman çavkaniyê, civîn ji bo gotûbêjkirina li ser mijarên ewlehiyê û bi taybetî jî rewşa başûrê Sûriyeyê ye.

13ê Tîrmehê li parêzgeha Siwêdayê di navbera Durzî û Erebên bedewî de şer derketibû.

Piştre Îsraîlê wekî piştgirî ji bo Durziyan, çekdarên bedewî û çend baregehên Hikûmeta Sûriyeyê bombebaran kiribûn

20ê heman mehê, bi navbeynkariya Amerîkayê agirbest hatibû ragihandin û şer û bombebaranên Îsraîlê hatibûn rawestandin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên Sûriyeyê, di wî şerî de zêdetirî 320 kes hatin kuştin û zêdetirî 430 kesên din jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst