Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Beyrûtê Ebid Selam Ehmed ji Rûdawê re got ku şandeyeke bilind a HSDyê li Beyrûte ye û dê li gel aliyên Libnanî mijarên ewlehiyê gotûbêj bike.
Ebid Selam Ehmed Rûdawê re eşkere kir ku şandeyeke bilind a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gihiştiye Beyrûtê.
Li gorî agahiyên ku Ebid Selam Ehmed dane, ev şande û Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Beyrûtê dê li gel aliyên Ewlehiyê yên Libnanî hinek dosyeyên ewlehiyê yên hevbeş gotûbêj bikin.
Divê were gotin ku li kampên Hol û Rojê yên Rojavayê Kurdistanê di nav malbatên DAIŞiyan de Libnanî jî hene.
Ebid Selam Ehmed diyar kir ku HSD û aliyên Libnanî dê behsa wan malbatên Libnanî jî bikin ku li kampên Hol û Rojê dimînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse