Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê diyar kir ku ew dê dewlemendkirina uranyumê berdewam bikin û got, “Uranyuma dewlemendkirî hîn di bin tesîsên atomê yên bombebarankirî de maye û ji bo cihekî din nehatiye veguhastin.”
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di hevpeyvîneke de helwesta welatê xwe ya derbarê pirsa atomê ya Tehranê û dan û standinên bi Amerîkayê re anî ziman.
Ebas Eraqçî amaje bi şerê 12 rojî yê di navbera Tehran û Tel Evîvê de kir û got:
“Îsraîlê nedikarî bêyî Amerîkayê êrişî Îranê bike. Em ji bo her îhtimalê amade ne û li benda her cure helwesta din a dijminane ne.”
28ê Îlonê, Brîtanya, Almanya û Fransayê mekanîzmaya Snapbackê aktîv kir û cezayên Neteweyên Yekbûyî yên girêdayî bernameya atomê ya Îranê ji nû ve li ser wî welatî hatin sepandin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, “Em nikarin dewlemendkirina uranyumê rawestînin.
Tiştê ku bi şer bi dest neket, ew nikarin bi siyasetê jî bi dest bixin.”
“Em li ser bernameya xwe ya mûşekî dan û standinan nakin”
Yek ji mercên Washingtonê ji bo destpêkirina danûstandinên bi Tehranê re, sînordarkirina şiyana mûşekî ya Îranê ye.
Ebas Eraqçî got, “Em li ser bernameya xwe ya mûşekî dan û standinan nakin, ti kesê jîr bêçekbûnê qebûl nake.”
Beriya ku şerê 12 rojî yê Tehran û Tel Evîvê 13ê Hezîrana îsal dest pê bike, di navbera Îran û Amerîkayê de 5 gerên dan û standinên nerasterast hatibûn kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê amaje pê da ku ew amade ne ji nû ve dest bi dan û standinan bikin da ku nîgeraniyên li ser bernameya wan a atomê ji holê rakin û got:
“Îhtimala gihiştina rêkeftineke dadperwerane heye lê mercên Washingtonê nayên qebûlkirin.”
Ebas Eraqçî her wiha anî ziman, “Em ji dan û standinên rasterast ên bi Washingtonê re hez nakin lê em dikarin bi rêya dan û standinên nerasterast bigihîjin rêkeftinekê.”
Amerîkayê 22yê Hezîranê êrişî tesîsên atomî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê kiribû û paşê 25ê Hezîranê Donald Trump agirbest ragihandibû.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbarê çarenivîsa uranyuma dewlemendkirî ya welatê xwe de got,
“Di bin tesîsên atomê yên bombebarankirî de maye û ji bo cihekî din nehatiye veguhastin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse